Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | PÊXEMBERTÎ DERHEQA ROJÊN AXIRIYÊ

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Dikare usa bê kifşê ku ev çar siyar rêalî nînin û bi xof in, lê bi rastî gerekê usa hesab nekin. Çima? Çimkî Kitêba Pîroz û qewimandinên terîxiya modêrn, alî me dikin têderxin wekî her siyarek çi tê hesabê. Û rast e derketina wan siyara kul-derd dianîn ser erdê, lê ev usa jî dikare mizgîniya baş bê hesabê seva te û malbeta te. Gelo çawa? Werên pêşiyê em şêwir kin, ku her yek ji wan siyara çi tê hesabê.

SIYARÊ HESPÊ BOZ

Ew xeyal usa destpêdibe: “Min dîna xwe dayê, va hespekî boz xuya bû, destê yê lêsiyarbûyîda tîrkevanek hebû, kofîk wîra hate dayînê û ew çawa egît çû, wekî serkeve” (Eyantî 6:2).

Kî ye siyarê hespê boz? Caba wê yekê em divînin hema vê kitêba Eyantîda, yê ku wî siyarê ezmanî eyan dike ça “Xebera Xwedê” (Eyantî 19:11-13). Ev sernav dêmek Xeber, ser Îsa Mesîh tê gotinê, çimkî ew wek xebervanê Xwedê bû (Yûhenna 1:1, 14). Ew usa jî eyan dibe ça yekî “Amin û Rast” û tê navkirinê “Padşê Padşa û Xudanê Xudana” (Eyantî 19:16). Zelal e ku hukumdariya wî heye, seva ku wek padşa şera bike. Û ew hukumdariya xwe rast dide xebatê. Lê yeke hine pirs pêşda tên.

Kî hukumdarî daye destê Îsa ku serkeve? (Eyantî 6:2). Daniyêl pêxember xewn-xeyalek dîtibû, kîderê ku Mesîh beramberî “lawê mirov” dibû û kîjanîra ku “serwerî . . . mezinahî” û padşatî hatibû dayînê. Û ew hemû tişt Yehowa Xwedê daye Îsa, çimkî Yehowa heye Xwedêyê “rojên . . . kevn” * (Daniyêl 7:13, 14). Dêmek Xwedayê Himzor qewat dayê Îsa, him jî îzin ku serwêrtiyê bike û dîwanê bike. Hespê boz sîmboleke layîq e seva Kurê Xwedê, yê ku wê bi heqî şer bike. Û Nivîsarên Pîrozda jî gelek car rengê sipî bi sîmbolîk tê hesabê heqî yan rastî (Eyantî 3:4; 7:9, 13, 14).

Gelo ew siyar çi çax derket? Dîna xwe bidinê ku siyarê pêşin dêmek Îsa, hingê derket çaxê kofî yanê tac stand (Eyantî 6:2). Lê çi çax Îsa li ezmana ça Padşa hatibû kifşkirinê? Ew yek wî çaxî nîbû gava ew paşî mirina xwe vegeriya li ezman. Lê Kitêba Pîroz nîşan dike, ku hingê ewê hê hiviyê bû (Îbranî 10:12, 13). Îsa şagirtên xwera nîşan hîştin, bi saya çi jî wana dikaribû têderxistana ku çi çax ewî li ezmana destpêkir padşatiyê bike. Ewî got ku destpêka serwêrtiya wî, halê dinyayê vê daha xirab be. Dêmek wê şer, xelayî-celayê û mîna nexweşiya hal wê hebin (Metta 24:3, 7; Lûqa 21:10, 11). Zûtirekê di sala 1914-da paşî Şerê Himdinyayêye I, zelal bû ku însanet ketiye zemanekî pir xirab, ser kîjanî Kitêba Pîroz dibêje “rojêd axiriyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5).

Lê çima ji sala 1914 çaxê Îsa tacê xwe stand, halê dinyayê baş nabe lê serda hê xirab dibe? Çimkî wî çaxî Îsa li ezmana destpêkir serwêrtiyê bike, ne ku li ser erdê. Li ezmana şer destpêbû, û Padşê teze kifşkirî dêmek Îsa, yê ku usa jî eyan e ça Mixayîl, Şeytan û cinên wî ji ezmên avîte ser rûyê erdê (Eyantî 12:7-9, 12). Naha Şeytan ser erdê ye û ew ji hêrsê xwe dixwe, çimkî zane ku rojên wî hindik mane. Bi rastî ev wede wê dirêj nekşîne. Xwedê wê qirara xwe li ser erdê bîne sêrî û Şeytan bide hildanê (Metta 6:10). Lê naha werên em binihêrin ku çawa sê siyarên din alî me dikin îzbat bikin, ku em bi rastî jî “rojên axriyêda” dijîn, yan na. Siyarê pêşin bi şiklê merivekî eyan dibe. Lê sê siyarên din jî eyan dikin halê temamya dinyayê yê ku wê jîyîna însanetê pir xirab ke.

SIYARÊ HESPÊ SOR

“Hingê hespekî dinê sor derket û ji siyarê wîra destûr hat dayîn, ku aştiyê [edilayê] ji dinyayê rake û mirova bi hevdû bide şerjêkirin. Û şûrekê mezin ji wîra hat dayîn” (Eyantî 6:4, ÎM).

Ew siyar tê hesabê şer. Dîna xwe bidinê, ku ew edilayê dide hildanê ne ku tenê nava çend mileta, lê nava temamya dinyayê. Di sala 1914-da, cara pêşiyê di terîxiyêda şerê hemdinyayê bû. Paşî wê yekê şerê hemdinyayêye duda qewimî, yê ku ziyaneke daha mezin anî. Li gora hesabên hine ciya, ji bo şera û şer-dewên din, ji sala 1914 wekê 100 mîlîona meriva zêdetir mirine! Gelek kesên din jî çerçirîne ji bo ziyanên din ku standine.

Gelo roja îroyîn şer çiqasî bela bûye? Naha em wedekî usada dijîn, ku qewata meriya digihîjê jîyîna temamiya însanetê kuta ke. Lê hela hê teşkîletên usa ça Miletên Yekbûyî, nikare derketin û hatina siyarê hespê sor, bide sekinandin.

SIYARÊ HESPÊ REŞ

“Min dîna xwe dayê, va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû. Hingê tê bêjî min dengek bihîst, ji nava her çar ruhbera dihat ku digot: ‘Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapêd biçûk ceh pê zîvekî. Lê zirarê nede zeytê û şeravê’” (Eyantî 6:5, 6).

Ev siyar xelayî-celayê dide kifşê. Ji rêzên kifşkirî tê kifşê ku kêmasiya xwarinê wê hebe. Mesele çapeke genime biçûk (0.7 kîlo) wê zîvek be, yê ku heqê temamya rojê bû di qirna yekêda! (Metta 20:2). Hema pê vî zîvekî dikaribûn sê çapên biçûke ceh bikiryana (2.1 kîlo). Genim himberî ceh, daha baha bû. Bi rastî jî çiqas çetin bû malbeteke mezin têr kin. Lema jî wan çaxa meriv nikaribûn gelek xwarin xwera bikiryana, hela hê jî tiştên her rojî yên usa ça bizirê zeytûnê û şerav, çi ku li gora kûltûra wan gerekî cem wana hebûya.

Ji sala 1914 em divînin ku ew siyarê hespê reş îda derketiye û kar dike? Belê! Nava qirna 20-da weke 70 mîlîon meriv ji bo xelayî-celayê mirin. Hesabekîda hatibû gotinê: “Di sala 2012-2014-da, nav temamya dinyayê 805 mîlîon meriv, dêmek ji her nehe meriva yek, têr nedixwarin”. Hesabakî din jî dibêje: “Ji bo xelayî-celayê her sal daha zêde meriv dimirin, ne ku ji bo EÎDZÊ (nexweşiya spîd), tayê, û nexweşiya zirav”. Rast e meriv gelek qewatê didine xebatê seva ku yên birçiya têr kin, lê yeke siyarê hespê reş, riya xwe berdewam dike û nasekine.

SIYARÊ HESPÊ ŞÎNOQÎ

“Min dîna xwe dayê, va hespekî şînoqî, ku navê siyarê wî Mirin bû, Diyarê Miriya pey wî dihat. Hukum wîra hate dayînê ser pareke ji çar parêd dinyayê, wekî pê şûr, xelayiyê, nexweşiya hal û rewirêd dinyayê wan bikuje” (Eyantî 6:8).

Siyarê çara dide kifşê mirinê ji bo sebeba nexweşiyên hal û tiştên din. Paşî sala 1914 nexweşiya Îspanî bi 10 mîlîona meriv kuşt. Weke 500 mîlîon meriv bi vê nexweşiyê nexweş ketin, dêmek ji her sê meriva yek!

Lê nexweşiya Îspanî ew tenê despêk bû. Merivên zandar dibêjin ku weke 300 mîlîon meriva zêdetir di qirna 20-da mirin ji bo nexweşiya xurî. Heta roja îroyîn bi mîlîona meriv mirin e ji bo nexweşiya EÎDZÊ, tayê, û nexweşiya zirav. Û tu mêdîsîna nikare çare vê yekê bike.

Ji bo şera, xelayî-celayê û nexweşiya, gelek meriv mirin. Diyarê miriya dêmek mezel gelek meriva hûfî xwe dike, lê ev mezel tu axiriyê nade meriya.

AXIRÎKE BAŞ HÎVIYA ME YE!

Ev wedê kul-derda û çetinaya wê zûtirekê xilaz be. Hela bikne bîra xwe: Îsa di sala 1914-da “ça egît çû”, û Şeytan avîte ser rûyê erdê. Lê wî çaxî Îsa hela hê bi temamî nêta xwe neanî sêrî (Eyantî 6:2; 12:9, 12). Zûtirekê wedê Harmagêdonê, Îsa wê usa bike ku Şeytan nikaribe li ser erdê hukum ke. Û usa jî Îsa wê kuta ke wan hemû meriva yên ku piştgiriya Mîrê-cina dikin (Eyantî 20:1-3). Îsa wê ne ku tenê wan sê siyara bide sekinandinê, lê usa jî wê biguhêze nêta wane kutakirinê. Lê ça? Ka em binihêrin Kitêba Pîroz çi soz dide.

Dewsa şera, wê edilayî be. Yehowa “şera dide sekinandinê, her çar qulbêd dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne” (Zebûr 46:9). Lê merivên edilayîhiz “ji zêdehiya aştiyê [edilayê] bibînin lezet” (Zebûr 37:11, ÎM).

Dewsa xelayî-celayê wê zêdeya xwarinê be. “Li erdê, li serê çiyan, bi zêdebarî genîm hebe!” (Zebûr 72:16, ÎM).

Îsa wê zûtirekê wan sê siyara bide sekinandinê

Dewsa nexweşiyên mîna hal, hemû meriv wê sihet-qewat bin û heta-hetayê bijîn. Xwedê wê “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).

Çaxê Îsa ser erde bû, ewî nîşan kir ku li axiriyê bin serwêrtiya wîda jîyîna me wê çawa be. Ewî edilayê pêşda dibir, bi keremetî hezara meriv têr dikirin, nexweşî qenc dikirin, û hela hê mirî jî sax dikirin (Metta 12:15; 14:19-21; 26:52; Yûhenna 11:43, 44).

Şedên Yehowa wê hazir bin, bi Kitêba Pîroz wera nîşan kin ku çawa hûn dikarin xwe hazir kin, çaxê sekinandina wan siyara nêzîk be. Hûn dixwazin hê zêde pêbihesin?

^ abz. 7 Yehowa, navê Xwedê ye û Kitêba Pîroz evê yekê eyan dike.