Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN | SERA

“Tu Jineke Berbiçeve Bedew î”

“Tu Jineke Berbiçeve Bedew î”

SERA otaxêda sekiniye û der-dorê xwe dinihêre. Ev kulfeteke ji Ruhilata Navîn, ya ku bedew û berbiçev e. Gelo ew medekiriye? Hergê usa bibûya jî, femdariye çima. Vê otaxêva gelek tişt girêdayî ye. Ew û mêrê wêyî hizkirî, dêmek Birahîm vê malêda gelek wext tevayî bextewariyêda derbaz kirine. * Ewana tevayî mala xwe saz kirine.

Ewana di şeherê Ûrda dijîtin, bajarekî pêşdaçûyî kîderê ku gelek pêşekar, hosta û bazirgan hebûn. Lema jî wêderê gişk dewlemend bûn. Lê mala Serayê seva wê ne tenê mal bû, kîderê ku ewê tiştên xwe xwey dikir. Li vir ewê û mêrê wê, şabûn û diltengiya xwe hevra gilî dikirin. Hema vira jî ewana gelek dua dikirin Xwedayê xwe Yehowara. Hemikî gelek meniyên Serayê hebûn, ku çima ewê ev cî usa hiz dikir.

Lê yeke Sera hazir bû bihîşta ev hemû tişt, çi ku wêra gelek qîmet bû. Sera ya ku weke 60 salî bû, gerekê rê keta û biçûya ciyê nenas, kîderê ku ew wê xofiyêda û çetinayada bijîta. Ewê ne jî zanibû ku wê bikaribe paşda wegere mala xwe yan na. Gelo çi ew hêlan kir, ku jîyîna xwe usa pêda biguhêze? Û ji baweriya vê kulfetê em îro çi dikarin hîn bin?

“JI WELAT Û MILETÊ XWE . . . HERE”

Dibe ku Sera di Ûrda mezin bû. Îro dewsa wî bajarî, tenê kevir-koçik mane. Lê rojên Serayêda, gemiyên bazirgana ji dûrva dihatin û ser çemê Firatra derbaz dibûn. Evan gemiya tevî xwe gelek tiştên qîmet seva firotanê dianîne vî bajarê pêşdaçûyî. Gelek meriv diciviyan li ser kûçên tenge vî şeherî, gemî jî bandêrêda disekinîn, û li bazara tije tiştên seva firotanê bûn. Bide ber çevê xwe ku Sera di vî şeherê qerebalixda dijît, ev gelek cara dihate vê bazarê û ewê gelek meriv jî nas dikir. Bê şik evan meriva jî Sera rind nas dikirin, çimkî ew kulfeteke berbiçev û bedew bû. Malbeta wêye mezin jî di vî şeherîda dijît.

Ji Kitêba Pîroz Sera eyan e ça kulfeta bi baweriya mezin. Lê vira nayê gotinê derheqa baweriya wê hindva xudayê hîvê, yê ku di Ûrda gelek belabûyî bû. Birca ku vî xudanîra hatibû çêkirinê, ser bajêrra xuya dibû. Lê Sera Xwedayê rast Yehowa, diheband. Di Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku ewê çi cûreyî baweriya xwe Xwedayê rast anî. Bavê wê, wextekî pûtparist bû. Serayê, Birahîm stand, mêrê ku 10 sala wê meztir bû * (Destpêbûn 17:17). Zûtirekê Birahîm bû “bavê hemû” bawermenda (Romayî 4:11). Ewana tevayî zewaca baş û qayîm saz kirin. Wana qedirê hev digirt, dilê xwe hevra vedikirin û hevkarî dikirin seva ku tevayî problêmên xwe safî kin. Lê hê ferz ew e ku ewana gelek Xwedê hiz dikirin, lema jî heleqetiya wan tevî hev usa baş bû.

Serayê mêrê xweyî ezîz gelek hiz dikir, û ewana di Ûrda nêzîkî pismamên xwe dijîtin. Gelek wext pêşiya vê yekê, ewana rastî çetinayîkî hatin, çi ku wana dilteng kir. Kitêba Pîroz dibêje ku Sera “bêber bû û zar nedanîn” (Destpêbûn 11:30). Wan çaxa li gora qeydên wan, halê Serayê gelek xirab bû. Lê yeke Sera amin ma Xwedayê xwera û mêrê xwera. Kurê birê Birahîm bi navê Lût, dibe ku seva wan wek kur bû. Ewana xwera bi jîyîna xwe dijîtin heta rojekê, çaxê hemû tişt hate guhastinê.

Birahîm leze-lez bi şabûn tê cem Serayê. Wîra çetin e xwexa bawer bike vê yekê çi ku qewimî. Xwedayê wan ber kîjanî ku ewana serê xwe datanîn, wîva eyan bû û bi milyaketekî tevî wî xeber da! Hela bide ber çevê xwe Serayê, yê ku bi ecêbmayî zûr dibe li mêrê xwe dinihêre û ji wî pirs dike: “Ewî çi tera got? Hîvî te dikim, gilî ke!” Dibe ku Birahîm pêşiyê rûnişt, hişê xwe topî ser hev kir; paşê ewî gote Serayê, wekî Yehowa got: “Ji welat û miletê xwe biqete û here wî welatê ku ezê nîşanî te kim” (Karên Şandiya 7:2, 3). Paşî vê yekê ça êmosiyên wan hinek derbaz bûn, wana destpêkir kûr bifikirin ser temiya Yehowa. Ewana gerekê jîyîna xweye rihet û baş bihîştana û wek xerîb bijîtana! Gelo Sera wê qayîl be? Birahîm zûr dibe li çevên wê dinihêre, hela ewê çi bêje. Ewê hazir be piştgiriya Birahîm bike û jîyîna xwe usa biguhêze?

Ew bijartina ber kîjanî ku Sera sekinî bû, dibe ku mera hinekî nefemdarî ye. Diqewime em difikirin, wekî “Xwedê tu cara ji min û ji hevalzewacê min nexwestiye tiştên usa bikin!” Çi jî hebe, her kes ji me timê berbi bijartinê sekiniye. Em dinyake usada dijîn, yê ku me hêlan dike, rihetiyê yan jî bêxofiya xwe daynin ser ciyê pêşin. Lê Kitêba Pîroz me hêlan dike bijartineke din bikin, dêmek ku berê pêşin tiştên ruhanî bigerin. Ev tê hesabê ku seva me gerekê daha ferz be dilê Xwedê şa kin, ne ku xwe (Metta 6:33). Çaxê em difikirin li ser vê yekê çi ku Serayê kir, wê baş be ji xwe bipirsin, “Jîyîna xweda ez kîjan bijartinê dikim?”

EWANA JI WELAT DERKETIN

Heta ku Serayê tişt top dikirin û hazir dikirin, ew berbi bijartineke çetin sekinî bû, ku çi bihêle û çi hilde. Ewê nikaribû xwera hilda tiştên mezin, çimkî seva kera û deva ew wê giran bûya. Dêmek ewê gerekê tenê ew tişt hilda, çi ku seva jîyîna xerîbî daha kêrhatî bûya. Bê şik ewana gerekê gelek hebûka xwe bifrotana yan jî bidana kesekî. Û ewê îda wê nikaribûya bajarê pêşdaçûyîda bijî, yan jî here bazarê seva genim, goşt, êmîş, kinc û tiştên din bikire.

Baweriya Serayê ew hêlan kir, ku mala xweye dewlemend bihêle

Dibe ku seva Serayê hêsa nîbû mala xwe bihêle. Li gora lêkolîna arxêologa hate kifşê, ku gelek malên bajarê Ûr, dewlemend bûn û baş bûn seva jîyînê. Dêmek Serayê bi rastî jî gerekê tiştekî lapî baş bihîşta. Malên hinekada gelek otax hebûn, usa jî kaniyên ava temiz û lûlên avê. Hela hê wan malada jî yên ku gelek dewlemend nîbûn, banî û dîwarên rind çêkirî hebûn, usa jî deriyên wan ku dihatne kilîtkirinê. Lê gelo çadirada wana wê bikaribûya usa bê xof xwera bijîta û netirsiya ku diz bikevine çadira wan? Yan jî wana wê bikaribûya ji şêra, pilinga, gura û hirça xwe xwey kirana, yên ku wan çaxa di wan ciyada gelek bûn?

Lê malbeta wan? Gelo Sera ji kê gerekê biqetiya û dûr biçûya? Fermana Xwedê “ji welat û miletê xwe . . . here”, bi rastî jî Serayêra wê gelek çetin bûya. Dibeke xûşk-birên wê kulfetê hebûn, usa jî zarên xûşk-birên wê, xal, xatî, ap, met, kîjana ku ewê gelek hiz dikirin û kîjana ku diqewime wê îda tu car nedîta. Lê dîsa jî Sera nesekinî û roj bi roj seva çûyînê hazir dibû.

Serayê dîna xwe neda wan çetinaya, ewê tiştên ku lazim bûn top kir û hazir bû, wekî roja kifşkirîda rê keve. Têrah jî, mezinê malbeta wan weke 200 saliya xweda, tevî Birahîm û Serayê rê ket (Destpêbûn 11:31). Hemikî Serayê gelek tişt dikir, seva ku miqatî bavê xweyî kal be. Lût jî gura Yehowa kir, tevî wana “ji welatê kildaniya derket li Haranê ma” (Karên Şandiya 7:4).

Pêşiyê karvanê wan çû berbi Haranê, yê ku weke 1 000 kîlomêtr aliyê bakur-roavayêda bû, û ewana berbi Firatê diçûn. Di Haranêda ewana ser hine wede cîwar bûn. Wî çaxî dibe ku Têrah îda gelek qidûm ketibû, û nikaribû tevî wan riya xwe berdewam ke. Lema jî ewana li vir man, heta ku Têrah 205 saliya xweda mir. Pêşiya wê yekê Yehowa dîsa tevî Birahîm xeber dabû û gotibû, ku ew gerekê ji vî cî derkeve û here ciyê ku Yehowa wê wîra nîşan ke. Niha îda Xwedê dîsa tişteke hewas soz dabû: “Ezê te bikime miletekî mezin” (Destpêbûn 12:2-4). Lê çaxê ewana ji Haranê derketin, Birahîm îda 75 salî bû, Sera jî 65 salî bû û zarên wan tune bûn. Gelo çi cûreyî ji Birahîm miletekî mezin wê çêbûya? Gelo Birahîm wê jineke din xwera bîne? Di wan çaxada zewaca polîgamî (pirejinî) gelek belabûyî bû, û dibe ku Sera derheqa vê yekê jî hinekî berxwediket.

Çi jî hebûya, wana Haran hîşt û riya xwe berdewam kirin. Hela dîna xwe bidin ku îjar kî tevî wan bûn. Di serhatiyêda tê gotinê wekî Birahîm hebûka xweye qazanckirî û “hemû nefsêd xweye Haranêda hildan” (Destpêbûn 12:5). Lê ew çi meriv bûn? Dibe ku xulamên wî bûn. Bê şik Birahîm û Serayê derheqa baweriya xwe wanara gilî dikirin, yên ku hazir bûn guh bidine wan. Hine Cihûyên berê digotin ku ew meriv derheqa kîjana ku di van rêzada tê gotinê necihû bûn. Lê ewana dîsa jî tevî Birahîm û Serayê Yehowa dihebandin. Hergê usa bû, dêmek baweriya qayîm ya Serayê daha ew dişidand, çaxê ewê derheqa Xwedayê xwe û baweriya xwe yên dinênara gilî dikir. Gelek ferz e ku em bifikirin ser mesela Serayê, çimkî em dijîn wedekî usada, kîderê ku baweriya geleka tune. Çaxê tu tiştekî baş ji Kitêba Pîroz pêdihesî, tu dikarî derheqa vê yekê yên dinênara jî gilî kî.

“BERJÊRÎ MISIRÊ” DIBIN

Paşî wê yekê çawa ku ewana ji çemê Firat derbaz bûn, dibeke 14 Nîsanê bu sala 1943 B.D.M. ku ewana çûn aliyê başûrê, li wî erdî kîjan ku Yehowa wanara soz dabû (Derketin 12:40, 41). Bide ber çevê xwe ku Sera der-dorê xwe dinihêre li vî ciyê bedew bi cûre-cûre şînkaya û heva temiz. Nêzîkî dara mezine Moreh, ber Şixemê, Yehowa dîsa Birahîmra xuya bû û got: “Ezê vî welatî bidime zureta te”. Seva Birahîm xebera “zuret” tişteke muhîm bû! Evê yekê dibeke kire bîra wî baxçê Adenê, kîderê ku Yehowa pêxembertî kir ku rojekê zuretek wê Şeytan kuta ke. Yehowa îda Birahîmra gotibû, wekî miletê ku wê ji wî pêşda bê, rê veke seva ku hemû merivên ser temamiya dinyayê bêne kerem kirinê (Destpêbûn 3:15; 12:2, 3, 6, 7).

Birahîm malbeta xwewa hînî vî ciyî nehatibûn. Çaxê xelayî-celayî kete Kenanê, Birahîm safî kir, ku malbeta xwe bive aliyê başûrê li Misirê. Birahîm fem dikir ku li Misirê wê çetinayên wan hebin. Lema jî ewî Serayêra xeber dabû: “Va ye, ez zanim ku tu jineke berbiçeve bedew î, gava misirî te bibînin, wê bêjin: ‘Eva jina wî ye’, wê min bikujin û te sax bihêlin. Were vê qencîyê bike, bêje ku tu xûşka min î, wekî bona xatirê te minra qencî jê bê û pê te ez sax bimînim” (Destpêbûn 12:10-13). Gelo çima Birahîm ev yek ji Serayê xwest?

Hine merivên krîtîk dibêjin ku Birahîm yekî derewîn û tirsonek bû, lê bi rastî ev yek usa nîne. Sera bi rastî jî aliyê bavda xûşka Birahîme helal bû. Lema jî giliyên Birahîmda tişteke logîkî hebû. Birahîm û Serayê zanibûn ku çiqas ferz e qirara Yehowa derheqa zuretê sozdayî û miletê teze, bê sêrî. Lema jî seva Birahîm bêxofî gelek ferz bû. Xêncî wê yekê hine arxêolog dibêjin ku wan çaxa serwêrên Misirê hergê jina kesekî begem kirana, xwera hildidan û mêrên wan jî dikuştin. Lema jî Birahîm bi aqilanî xwe kifş kir, û Serayê jî bi milûktî safîkirina wîra qayîl bû.

Paşê dereca usa qewimî çi ku eşkere da kifşê, wekî Birahîm rast bû; hine wezîr-wekîlên Firewin, çev berdane bedewiya Serayê, çi ku seva saliyên wê tişteke ecêbmayî bû. Ewana derheqa Serayê Firewinra gilî kirin, û ewî jî emir kir ku Serayê bînin cem wî! Dibe ku Birahîm ji bo vê yekê gelek berxwediket û Sera ji bo vê yekê ditirsiya. Lê kifş e ku cem Firewin qedirê Serayê digirtin ça mêvaneke hêja, ne ku ça dîl. Dibe ku Firewin dixwest dilê wê bikire û bi dewlemendtiya xwe li ser wê hukum ke. Û paşê hemikî ewî dixwest “birê” wêra xeber da, seva ku Serayê jintî bistîne (Destpêbûn 12:14-16).

Bidine ber çevê xwe ku Sera ji qesira Firewin li der-dorê xwe erdê Misirê dinihêre. Gelo ew niha çi li ser xwe texmîn dike, gava dîsa dijî maleke bi dîwara avakirî, mala bi baniyê rind, û bi xwarina baş û têr-tije ku ber wê datanîn? Gelo, Sera kete ber bayê jîyîna dewlemend, çi ku himberî jîyîna Ûrda lap baş û dewlemend bû? De bidine hesabê xwe, ku Şeytan wê çiqas şa bûya, hergê Sera bifikirya ku ji Birahîm biqete û bibe jina Firewin! Lê Serayê tiştên usa nekir. Serayê malxê xwera, zewaca xwera û Xwedayê xwera amin bû. Xwezil îro her merivê zewicî yan mêrkirî, aminya usa xwey kirana! Çev bide mesela aminiya Serayê heleqetiya xweda tevî merivên xweye hizkirî û tevî hevalên xwe.

Nava cêribandinada qesra Firewinda, Serayê karibû heval-zewacê xwera amin bimîne

Yehowa Serayê parast û qeziyên giran anî serê Firewin û mala wî. Çaxê Firewin pêhesiya ku Sera jina Birahîm e, ewî Serayê paşda vegerand cem Birahîm û got ku ewana temamiya malbeta xweva ji Misire derkevin (Destpêbûn 12:17-20). Niha Birahîm çiqas şa ye paşda bistîne jina xweye delal! Bike bîra xwe ku Birahîm bi hizkirin gote wê: “Ez zanim ku tu jineke berbiçeve bedew î”. Lê ew qîmet dikir bedewiya din nav Serayêda, dêmek bedewiya dilê wê. Bi rastî jî Sera dilê xweda bedew bû, û Yehowa hema evê yekê dişêkirîne (1 Petrûs 3:1-5). Ev heye bedewiya usa, çi ku her kes ji me dikare nav xweda pêşda bîne. Hergê em di jîyîna xweda tiştên ruhanî datînin ser ciyê pêşin, ne ku hebûkê, û meriyara gilî dikin derheqa Xwedê usa jî bi aminî xwe li normên Xwedêyî nav-namûsiyê digirin, emê bikaribin çev bidine Serayê.

^ abz. 3 Serî-serîda navên wan Abram û Serayî bû, lê ewana eyan in bi wan nava, kîjan ku Yehowa wanra daye (Destpêbûn 17:5, 15).

^ abz. 8 Sera dihate hesabê xûşka Birahîm, çimkî ewana ji bavekî bûn. Navê bavê wan Têrah bû (Destpêbûn 20:12). Bi rastî jî wedê berê ji rojên me gelek cude dibû, çimkî îro zewaca usa necayîz e. Wan çaxa meriv hê nêzîkî kamiliyê bûn, ji çi ku Adem û Hêwayê lezet distandin, lê unda kirin. Seva merivên usa qayîm, zewaca tevî merivên nêzîk, nikaribû bi gênêtîkî xirab hukum kira li ser zuretên wan. 400 sal şûnda, meriv îda gelek dûr bibûn ji kamiliyê. Û îda wî zemanîda, li gora Qanûna Mûsa îzin tune bû, ku merivên xweye nêzîk bistînin (Qanûna Kahîntiyê 18:6).