Derbazî serecemê

Yehowa Kî ye?

Yehowa Kî ye?

Caba Kitêba Pîroz

 Yehowa, ev heye Xwedayê rast derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê û kîjan ku her tişt efirandin (Eyantî 4:11). Birahîm û Mûsa pêxember, evî Xwedayî dihebandin û hela hê Îsa Mesîh jî (Destpêbûn 24:27; Derketin 15:1, 2; Yûhenna 20:17). Yehowa ne ku Xwedayê cimetekî ye, lê ew “Padşê Mezin e li ser temamîya erdê” (Zebûr 47:2).

 Li gora Kitêba Pîroz, Yehowa navekî mexsûs e (Derketin 3:15; Zebûr 83:18). Ev nav ji xebera Îbranî pêşda tê, çi ku tê hesabê “dibe”, û ça hine zandar jî dibêjin, wekî ew usa jî dikare bê hesabê “Ew Dike wekî Bibe”. Mena vî navî, rola Yehowa rind eyan dike, çimkî ew heye Efirandarê her tiştî û Ewê ku qirara xwe tîne sêrî (Îşaya 55:10, 11). Kitêba Pîroz alî me dike hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin, û usa jî derheqa hunurê wîyî sereke, mesele hizkirin (Derketin 34:5-7; Lûqa 6:35; 1 Yûhenna 4:8).

 Navê Xwedê, kîjan ku ser zimanê Kurmancî hatiye welgerandinê ça Yehowa, zimanê Îbranîda bi wan çar herfa kifş kiriye יהוה(YHWH), dêmek bi Têtragramatonê. Em sed selefî nizanin ku ser zimanê Îbranî navê Xwedê çi cûreyî digotin. Lê dîsa jî forma vî navî “Yehowa” zimanê Înglîzîda ji berêva hatiye. Cara pêşiyê ev nav sala 1530-da, welgerandina Kitêba Pîroze Wîlîam Tîndalêda, dîtin. a

Çima nizanin, ku zimanê Îbraniye kevinda navê Xwedê çi cûreyî digotin?

 Nivîsandina zimanê Îbraniye kevinda herfên usa tune bûn, kîjan ku dengên denganî derbaz kirana. Lema jî wî çaxî tenê ew herf didane xebatê, yên ku ji dengên denganî bûn û wedê xwendinê meriv hêsa têderdixistin, wekî kîjan deng lazim e zêde kin. Lê paşî wê yekê, ça Nivîsarên Îbranî (“Peymana Kevin”) hatibûn temamkirinê, nava Cihûyada baweriya usa bela bû, ku yançi îzin tune bû navê Xwedê bi dengê bilind hildin. Gava ewana wedê xwendinê, têtragramatona navê Xwedê didîtin, nedixwendin, lê dewsê didane xebatê sernavên usa ça “Xudan” yan “Xwedê”. Nava qirnada gelek meriv destpêkirin usa bikin û ev yek bela bibû, lema jî zimanê Îbraniye kevinda ev nav ça bêjî unda bû, û eyan nîne ku berê ev nav çawa rast digotin. b

 Hine meriv difikirin, wekî serê-sêrîda ser navê Xwedê digotin “Yahweh”, lê yên din cûrekî mayîn dibêjin. Kitêbeke Gulometkkirîda ya ji Bera Mirî, kîderê ku pareke kitêba Qanûna Kahîntiyê ser zimanê Îbranî bû, navê Xwedê usa kifşkirî bû “Îao”. Lê nivîskarên Îbraniye kevin forma vî navî ça “Îaê”, “Îabê” û “Îaûê”, didane xebatê. Lê tu îzbatiya vê yekê tune, ku zimanê Îbraniye kevinda, kîjan ji wan nava, didane xebatê. c

Nihêranidna nerast derheqa navê Xwedê

 Nihêrandina nerast: Navê Xwedê “Yehowa”, hine welgerandinada zêde kirin.

 Rastî: Nivîsarên Îbranîda navê Xwedê bi têtragramatonê weke 7 000 cara hatiye nivîsarê. d Heçî zef welgerandinada, navê Xwedê qesta derxistin û dewsê sernavên usa dane xebatê ça “Xudan”.

 Nihêrandina nerast: Xwedayê Himzorra navekî mexsûs lazim nîne.

 Rastî: Ewên ku ji bîna ber Xwedê Kitêba Pîroz dinivîsîn, bi hezara cara navê Xwedê, Yehowa didane xebatê. Him jî Xwedê xwexa temî dabû xizmetkarên xwe, ku navê wî bidine xebatê (Îşaya 42:8; Yowêl 2:32; Malaxî 3:16; Romayî 10:13). Lê Xwedê usa jî rezîl kir wan pêxemberên qelp, kîjan ku her tiştî dikirin wekî cimet navê Xwedê bîr ke (Yêremya 23:27).

 Nihêrandina nerast: Li gora edetê Cihûya, navê Xwedê gerekê ji Kitêba Pîroz bê hildanê.

 Rastî: Hine bergirên Cihû navê Xwedê hilnedidan, lê wedê bergirtinê ewana ev nav kopiyên Kitêba Pîrozda dihîştin. Çi jî hebe, Xwedê naxwaze wekî em pey edetên meriya herin, yên ku ne li ser hîmê qanûnên wî nin (Metta 15:1-3).

 Nihêrandina nerast: Navê Xwedê Kitêba Pîrozda gerekê nehata nivîsarê, çimkî eyan nîne ku li ser zimanê Îbranî ev nav bi rastî ça hildidan?

 Rastî: Nihêrandina vî cûreyî dide kifşê, wekî Xwedê dixwaze ku hemû meriv, firqî tune ser çi zimanî xeber didin, gerekê navê wî mîna hev hildin. Lê bi rastî, wedê berê xizmetkarên Xwedê, yên ku ser cûre-cûre zimana xeber didan, navên şexsî mîna hev hilnedidan.

 Mesele, werên em şêwir kin derheqa navê hakimê Îsraêlî, Yêşûyê kurê Nûn. Mesîhiyên qirna yekê, kîjan ku ser zimanê Îbranî xeber didan, ser wî digotin “Yêhoşûya”, lê ewên ku ser zimanê Yûnanî xeber didan, digotin “Yêsûs”. Kitêba Pîrozda forma vî navî bi zimanê Yûnanî hatiye nivîsarê. Dêmek ça tê kifşê Mesîhî nava usa didane xebatê, çawa ku zimanê wanda diha tebiyetî bû (Karên Şandiya 7:45; Îbranî 4:8).

 Navê Xwedê jî bi vê prînsîpê tê xebitandinê. Ev yek ku navê Xwedê Kitêba Pîrozda bê nivîsarê wan ciya kîderê gerekê hebe, diha ferz e, ne ku lêkolîna vê yekê ku ev nav çi cûreyî hildidan.

a Forma navê Xwedê “Îêhoûah”, Wîlîam Tîndal welgerandina xweda ya pênc kitêbên Kitêba Pîrozda, da xebatê. Wede şûnda zimanê Înglîzî hate guhastinê, lema jî forma nivîsandina navê Xwedê jî hate guhastinê. Mesele, sala 1612-da Hênrî Aînswort welgerandina kitêba “Zebûrda”, forma navê Xwedê “Îêhovah” da xebatê. Çaxê sala 1639-da ewî welgerandina xwe teze kir, hingê ewî forma navê Xwedê cûrekî mayîn îda da xebatê, mesele “Yêhowah”. Anegorî vê yekê, welgerên Kitêba Pîroze “American Standard Version”, ya ku sala 1901-da hatibû neşêrkirinê, forma navê Xwedê “Yêhowah” wan ciya dane xebatê, kîderê li gora têksta Îbranî hebû.

b “Ensîklopêdiya Nûye Katolîkîda”, Derxistina Dudada usa hatibû gotinê: “Hine wext şûnda paşî azakirina Îsraêliya ji dîltiyê, ewana navê Xwedê Yahweh, usa pîroz hesab dikirin, wekî dewsa wî navî didane xebatê giliyê “ADONAΔ yan “ÊLOHÎM” (Para 14, rûpêlên 883-884, înglîzî).

c Bona hê zêde elametî, binihêrin broşûra “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, para 1 “Navê Xwedê di Peymana Kevinda”.

d Binihêrin “Ferhenga Têologî ya Peymana Kevin” Para 2, rûpêlên 523-524, kîjan ku li ser zimanê Înglîzî ye.