Li Gora Lûqa 21:1-38

  • Du qurûşên jinebiya belengaz (1-4)

  • NÎŞANA TIŞTÊN KU WÊ BIQEWIMIN (5-36)

    • Şer, erdhejên mezin, nexweşiyên giran, xelayî (10, 11)

    • Esker dora Orşelîmê digirin (20)

    • Wextê mileta (24)

    • Hatina Kurê însên (27)

    • Mesela dara hêjîrê (29-33)

    • “Hişyar bimînin” (34-36)

  • Îsa paristgehêda hîn dike (37, 38)

21  Gava Îsa der-dorê xwe dinihêrî, dît ku kesên dewlemend perên xwe davîtine peredanga.  Paşê ewî jinebîke belengaz dît, ya ku du qurûşên* biçûk avîtê,  û ewî got: “Ez rast wera dibêjim, ev jinebiya belengaz ji wan hemûya zêdetir avîtê.  Çimkî wan hemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê, lê ewê belengaziya xweda, çî wê hebû ku pê ebûra xwe bike, avîtê”.  Paşê gava hineka besa paristgehê dikirin, ku ew çawa bi kevirên bedew û tiştên qurbankirî hatiye xemilandinê,  ewî got: “Ev tiştên ku hûn niha divînin, roj wê bên ku kevir wê li ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran be”.  Hingê wana ji wî pirsî: “Dersdar, ev tişt wê kengê biqewimin? Çi wê bibe nîşana vê yekê, ku ev tişt wê biqewimin?”  Ewî got: “Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek kes wê bi navê min bên û bêjin, ‘Ez ew im’, û ‘Ev wextê kifşkirî nêzîk e’. Pey wan neçin.  Û gava hûn derheqa şer û hevketina bibihên, netirsin. Çimkî pêşiyê ev tişt gerekê biqewimin, lê xilazî wê derbêra neyê”. 10  Paşê ewî wanra got: “Miletê himberî milet û padşatî wê himberî padşatiyê rabe. 11  Erdhejên mezin wê hebin, û gelek ciya jî xelayî û nexweşiyên giran*. Tiştên tirs û xof wê biqewimin û wê nîşanên mezin ji ezmên hebin. 12  Lê pêşiya ku ev hemû tişt biqewimin, meriv wê miqabilî we rabin, wê we bizêrînin, ewê we bivine ber dîwana kinîşta* û bavêjine kela. Û bona navê min, wê we bidine destê padşa û weliya. 13  Ew yek wê mecalê bide we, ku şedetiyê bidin. 14  Lê pêşda dilê xweda qirar nekin, ku hûnê bona parastina xwe çi bêjin, 15  çimkî ezê zar-ziman û serwaxtiyê bidime we, ku hemû dijminên we nikaribin miqabilî we xeber din. 16  Xêncî vê yekê, hela hê dê-bav, bira, merivên we û heval jî, wê we bidine girtinê, û ji we hineka wê bikujin. 17  Û bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. 18  Lê porekî serê we jî wê unda nebe. 19  Bi sebira xwe hûnê emirê xwe xilaz kin. 20  Lê gava hûn bivînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye, hingê bizanibin ku wêrankirina wê nêzîk bûye. 21  Hingê bira yên ku Cihûstanêda nin, birevine çiya, yên ku bajêrda nin, bira ji wê derên, û yên ku gundada nin, bira nekevine bajêr. 22  Çimkî ew wê rojên heqîkirinê* bin, wekî her çi ku hatiye nivîsarê bê sêrî. 23  Wey li jinên hemle û yên destdergûş wan rojada! Çimkî tengasiya mezin wê bê serê vî welatî, û xezeb ser vê cimetê. 24  Hinek ji wan wê bi şûr bêne kuştinê, lê yên din nav hemû mileta wê dîltî bêne birinê. Heta ku wextê mileta temam be, milet wê Orşelîmê bi nigên xwe pêpes kin. 25  Usa jî, ser tevê, hîvê û steyrka nîşan wê hebin, û ser rûyê erdê milet wê ji bo gure-gura pêlên berê gelek bitirsin û çarekê nevînin. 26  Ji bo tirsê û ji bo hîviya tiştên ku wê bêne serê dinyayê, meriv wê bixeriqin, çimkî qewatên ezmana wê bêne hejandinê. 27  Û hingê meriv wê Kurê însên bivînin, yê ku ewrda bi qewat û rûmeta mezin tê. 28  Lê gava ev tişt destpêkin biqewimin, hûn rabin serê xwe bilind kin, çimkî xilazbûna we nêzîk e”. 29  Paşê ewî mesele wanra got: “Dîna xwe bidine dara hêjîrê û hemû darên din. 30  Gava ewana dibişkivin, hûn divînin û fem dikin, ku havîn îda nêzîk bûye. 31  Bi vî cûreyî jî, gava hûn van hemû tişta bivînin, bizanibin ku Padşatiya Xwedê nêzîk e. 32  Ez rast wera dibêjim: Pêşiya ku ev nisil derbaz be, hemû tişt wê bêne sêrî. 33  Erd û ezman wê betavebin, lê xeberên min wê her û her bimînin. 34  Lê haş ji xwe hebin, wekî dilê we giran nebe bi xwarin û vexwarina zêde û bi xemên vê dinyayê, û nişkêva ew roj ser weda neyê, 35  mîna telikê. Çimkî ewê bê serê hemû kesên ku ser rûyê erdê dijîn. 36  Lema hişyar bimînin û hertim dua bikin, wekî hûn bikaribin ji hemû tiştên ku wê biqewimin, xilaz bin, û ber Kurê însên bisekinin”. 37  Îsa roj paristgehêda hîn dikir, lê şev diçû serê Çiyayê Zeytûnê dima*. 38  Û temamiya cimetê sibehê zû dihate paristgehê cem wî, wekî guh bidine wî.

Спартьн

Raste-rast “lepton”. Ev qurûşeke Yûnanî ye, qîmetê kîjanî herî kêm e.
Yan nexweşiyên ku zû bela dibin.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan “heyfhildanê”.
Dêmek Îsa şev li gundekî ser Çiyayê Zeytûnê dima.