Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sebirkirin—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide

Sebirkirin—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide

 “Ser dinyayê wê hingê edilayî hebe, çaxê meriv sebirê bidine kifşê”.—UNESCO Declaration of Principles on Tolerance, 1995.

 Çaxê meriv sebirê nadine kifşê, ev yek bêqediriyê û nefretiyê pêşda tîne. Hestên vî cûreyî meriya hêlan dikin wekî bi nefretî xeber din, bi kirên xwe bidine kifşê ku firqiyê dikine orta meriva û zulmiyê bikin.

 Lê nihêrandina meriya derheqa vê yekê ku çi ye sebir, ji hev cude dibe. Hine kes difikirin wekî merivên bi sebir gerekê wan hemû tişta qebûl kin, çi ku yên din dikin. Nihêrandina hineka jî ser hîmê Kitêba Pîroz e. Dêmek ewana difikirin wekî firqî tune meriv çi bawer dikin û çi dijbêrin, yên bi sebir gerekê qedirê îzina bijartina wan, nihêrandina wan û baweriya wan bigire.

 Gelo Kitêba Pîroz dikare alî meriya bike, wekî vê dinya modêrnda sebirê bidine kifşê?

Çima gerekê sebir kin

 Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî sebir kin. Ew dibêje: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5). Kitêba Pîroz me usa jî hêlan dike, wekî hindava merivada bi qedir û helal bin. Ewên ku van şîreta didine xebatê, diqewime nihêrandina meriva qebûl nekin yan jî qebûl kin, lê dihêlin wekî meriv usa bikin çawa ku xwexa bijartin e.

 Kitêba Pîroz normên Xwedê eyan dike derheqa rabûn-rûniştina meriya. Wêderê nivîsar e: “Yehowa çi ji te dewa dike? . . . bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê herî” (Mîxa 6:8, DT). Vira tê kifşê wekî Xwedê rêberiyê dide meriva, seva ku alî wan bike bi jîyîneke bextewar bijîn (Îşaya 48:17, 18).

 Xwedê îzin nedaye me ku dîwana meriva bikin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tenê Qanûndarek û Hakimek heye, . . . Lê tu kî yî ku loma hevalê xwe dikî?” (Aqûb 4:12). Xwedê me her kesîra azayê dide, ku xwexa bijartinê bikin, seva çi jî em xwexa cabdar in (Qanûna Ducarî 30:19).

Kitêba Pîroz derheqa qedirgirtinê çi dibêje

 Kitêba Pîroz dibêje, wekî em gerekê “qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17). Dêmek ewên ku bijartine bi normên Kitêba Pîroz bijîn, hindava hemû meriva bi qedir in, firqî tune meriv çi bawer dikin û bi jîyîneke ça dijîn (Lûqa 6:31). Lê ev nayê hesabê wekî ewên ku bi normên Kitêba Pîroz dijîn, wê hemû cûre bawerî û nihêrandina meriyara qayîl bin, yan jî piştgiriya her safîkirineke wan bikin. Ewana hindava merivada sert û bêqedir nînin, dewsê qewatê didine xebatê, seva ku çev bidine Îsa û tevî meriya usa bin, çawa ku Îsa bû.

 Mesele, carekê Îsa rastî kulfetekê hat, rêlîgiya kîjanêra ew qayîl nîbû. Ev kulfet usa jî tevî mêrekî dijît, yê ku mêrê wê nîbû. Dêmek ewê bi jîyîneke usa dijît, çi ku Îsa qebûl nedikir. Lê dîsa jî Îsa tevî vê kulfetê bi qedir bû (Yûhenna 4:9, 17-24).

 Mesîhiyên rast jî mîna Îsa hazir in meniya hînkirinên baweriya xwe wan merivara şirovekin, yên ku dixwazin wana bibihên. Lê hemikî ewana vê yekê bi qedir dikin (1 Petrûs 3:15). Kitêba Pîroz rêberiyê dide Mesîhiya, wekî ewana zorê meriva nekin, ku nihêrandina wan qebûl kin. Ew dibêje, wekî peyçûyê Îsa gerekê çi bike: “Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be”, hela hê hindava wanda jî, baweriya kîjana ji ya wî cude ye (2 Tîmotêyo 2:24).

Kitêba Pîroz derheqa nefretiyê çi dibêje

 Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “tevî hemûya edil bin” (Îbranî 12:14). Ewê ku edilayê digere, terka nefretiyê dide. Rast e ew tiştê usa nake, çi ku miqabilî baweriya wî ye, lê ew dîsa jî qewatê dide xebatê seva ku tevî meriva edilayêda be (Metta 5:9). Kitêba Pîroz usa jî Mesîhiya hêlan dike, wekî dijminên xwe hez bikin. Dêmek hindava wan merivada qenc bin, yên ku wanra xirabiyê dikin (Metta 5:44).

 Bi rastî Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê nefret dike yan jî “heram” hesab dike wan kira, çi ku qedirê meriya dêxin û ziyanê didine wan (Metelok 6:16-19). Ev xebera “heram” yan nefretî, ku vê rêzêda tê xebitandinê, dide kifşê wekî kirên xirab çiqas ber çevê Xwedê reş in. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Xwedê hazir e bibaxşîne û alî wan meriva bike, yên ku dixwazin cûrê jîyîna xwe biguhêzin û bi normên wî bijîn (Îşaya 55:7).

Rêzên Kitêba Pîroz yên ku sebirêva û qedirgirtinêva girêdayî ne

 Tîto 3:2: “Milûk bin û şîrinayiya xwe hindava hemû merivada bidine kifşê”.

 Merivê milûk, milûktiyê dide kifşê, gava nihêrandina kesekî ji ya wî cude dibe. Bi vê yekê ew qedirgirtinê pêşda tîne.

 Metta 7:12: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin”.

 Me hemûya xweş tê gava kesek hindava meda bi qedir e û him jî gava nihêrandin û hestên me hildide hesab. Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê, ku çawa ev qeydê rabûn-rûniştinê derheqa kîjanî Îsa got, bidine xebatê, binihêrin gotar, “Çi ye Qeydê Zêrîn?

 Yêşû 24:15, DT: “Îro bona xwe bijbêrin hûnê kêra xizmet kin”.

 Çaxê em qedirê îzina bijartina meriya digirin, em usa edilayê pêşda dibin.

 Karên Şandiya 10:34: “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta”.

 Xwedê firqiyê nake nav meriva ser hîmê kûltûra wan, şexsiyeta wan, milet, berek û cûrê jîyîna wan. Ewên ku dixwazin çev bidine Xwedê, gerekê qedirê hemûya bigirin.

 Hebaqûq 1:12, 13: “Tu [Xwedê] nikarî neheqiyê ragirî”.

 Sînorê ragirtinê dêmek sînorê sebira Xwedê heye. Ewê nehêle ku meriv zulmiyê bikin. Seva ku hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin, binihêrin vîdêo, Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?

 Romayî 12:19: “Cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: “Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan [Yehowa] dibêje”. a

 Yehowa Xwedê îzinê nade tu kesî, wekî heyfê hildin. Ew me dide bawerkirinê, ku wedê wîyî kifşkirîda heqî wê bê kirinê. Seva ku hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin, bixûnin gotar, “Gelo ser Erdê wê Heqî Hebe?

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18). Binihêrin gotar, “Yehowa Kî ye?