Derbazî serecemê

Hergê ji Civata We Kesek Tê Derxistinê, Heleqetiya We Tevî Wan Heye?

Hergê ji Civata We Kesek Tê Derxistinê, Heleqetiya We Tevî Wan Heye?

Em xwe dûr nagirin ji wan meriya, yêd ku hatine nixumandinê û bûne Şedêd Yahowa, lê paşê gelek wede dannasîn nedikirin û dibeke jî heleqetiya xwe tevî xûşk-bira qetandin. Lê em ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, ku dîsa jî heleqetiya xwe tevî wan çêkin û hewasa wan hindava hewcêd ruhanî mezin kin.

Hergê kesekî gunekî giran kiriye, em pêra-pêra wî ji civatê dernaxin. Lê hergê Şedê Yahowayî nixumandî rind zane prînsîpêd Kitêba Pîroz derheqa namûsiyê, û yeke evan prînsîpa înkar dike û tobe nake, hingê wî (wê) ji civatê derdixin. Di Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê: “Yê xirab ji nava xwe derxin” (1 Korintî 5:13).

Lê çi hergê malxê malê ji civatê hatiye derxistinê, lê jin-zarêd wî dîsa jî Şedêd Yahowa ne? Rast e ewana neferê malekîne û ça malbet tevayî dijîn, lê çimkî ewî xwexa aliyê rêlîgiyêda ji wana dûrket, lema jî heleqetiya wane rêlîgiyayê îda tune.

Ew kî ku ji civatê hatiye derxistinê dikare dîsa bê li ser civatêd me. Hergê ew dixwaze, dikare usa jî alîkariyê ji rûspiyêd civatê bixwaze. Nêta rûspiya ew e, wekî alîkariyê bidine wan hemû meriya yêd ku ji civatê hatine derxistinê, seva ku dîsa bibine Şedêd Yahowa. Hergê ew kirêd xweye netemiz înkar dike û dide kifşê ku bi dil-can dixwaze bi normêd Kitêba Pîroz bijî, dikare dîsa vegere civatê.