Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çawa Îsafa Xwe Hîn kim?

Çawa Îsafa Xwe Hîn kim?

Teyê îsaf beramberî çi bikira?

  • rênîş

  • neynîk

  • heval

  • hakim

Her çar cab jî rast in. Evê gotarê bixûne û pêbihese ku çima ev yek usa ne.

 Çi ye îsaf?

Îsaf ev hest e, ku rastî û nerastiyê hev derdixe. Kitêba Pîrozda ev beramberî vê qanûnê dibe, kîjan ku dilda nivîsar e (Romayî 2:15). Îsafa rast hînkirî, alî mêriv dike, wekî rast ser kirên xwe kîjan ku ewî kiriye yan dixwaze bike, rast binihêre.

  • Îsaf mîna rênîşê ye. Ew wê riya rast nîşanî te ke û alî te bike nekevî nava çetinaya.

  • Îsaf mîna neynîkê ye. Ew dide kifşê, wekî bi rastî tu merivekî çawa nî û xwe li kîjan prînsîpên nav-namûsiyê digirî.

  • Îsaf mîna hevalekî baş e. Ew wê tera bêje, ku çawa xwe bigirî, wekî hemû tişt baş be. Lê ya ferz ev e, ku guh bidî îsafê.

  • Îsaf mîna hakim e. Hergê tiştekî nerast bikî, îsaf wê te sûcdar ke.

Îsafa rast hînkirî, dikare alî te bike safîkirinên bîlanî bikî

Fikira sereke: Îsaf hevalekî baş e, kîjan ku alî te dike, wekî (1) safîkirinên rast bikî, usa jî (2) nerastiya xwe fem bikî û xwe rast kî.

 Çima gerekê îsafa xwe hîn kin?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xweyê îsafa rihet bin” (1 Petrûs 3:16). Hemikî çetin e evê yekê bikin hergê îsafa xwe hîn nekin.

Berê min ji dê-bavê xwe vedişart ku ez kuda diçûm û min gelek car derew dikirin. Pêşiyê îsafa min ez diçerçirandim, lê paşê ez îda bona vê yekê berxwe nediketim(Cênîfêr).

Lê wede şûnda Cênîfêrê guh da îsafa xwe. Ewê dê-bavê xwera rastî gilî kir û îda derew nedikir.

Bifikire: Gelo çima Cênîfêrê gerekê diha guh bida îsafa xwe?

“Çaxê meriv durû ye, ev dikeve strêsê û gelek problêm cem wî pêşda tên. Hergê hema carekê jî guh nedî îsafa xwe û tiştekî nerast bikî, ev yek wê îda tera bibe xeyset” (Mêtiyû).

Îsafa hine meriya usa kiziriye, ku ewana qe ne jî guh didine îsafê. Kitêba Pîroz dibêje, wekî merivên usa “şerma rûyê xwe unda kirine” (Efesî 4:19).

Bifikire: Gelo ew merivên ku îsafa wan wana naçerçirîne, bi rastî jîyîna xweda bextewar in? Zû yan dereng ev meriv wê rastî çi çetinaya bên?

Fikira sereke: Seva ku îsafa te rast bixebite, tu gerekê hîn bî “qencî û xirabiyê ji hev” derxî (Îbranî 5:14).

 Tu çawa dikarî îsafa xwe hîn kî?

Seva ku îsafa xwe hîn kî, gerekê prînsîpên te hebin û çaxê tu tiştekî safî dikî li ser hîmê wan prînsîpa bikî. Hine meriv dijîn bi prînsîpên:

  • malbetê û kûltûrayê

  • hevala

  • merivên bi nav û deng

Çi jî hebe prînsîpên lapî baş Kitêba Pîrozda nivîsar in. Ev ecêbmayî nîne, çimkî Kitêba Pîroz “ji bîna ber Xwedê ye”, dêmek ji Efirandarê me ye, kîjan ku rind zane, çi dikare me bextewar ke (2 Tîmotêyo 3:16).

Ka em çend mesela şêwir kin.

PRÎNSÎP: “Em ... zanin ku îsafa me rihet e û dixwazin ku her tiştî rast bikin” (Îbranî 13:18).

  • Ev prînsîp çawa dikare ser îsafa te hukum be, hergê xwestin cem te pêşda tê, ku dersên xwe ji kesekî hildî binivîsî, dê-bavê xwera derewa bikî, yan jî tiştekî bidizî?

  • Îsafa rast hînkirî wê çi karê tera bîne, him niha him jî axiriyêda?

PRÎNSÎP: “Ji qaviyê birevin!” (1 Korintî 6:18).

  •   Ev prînsîp çawa dikare ser îsafa te hukum be, hergê tu dikevî cêribandinê û dixwazî pornografiyayê binihêrî yan jî bênamûsiyê bikî?

  • Îsafa rast hînkirî, kîjan ku te hêlan dike ji qaviyê birevî, wê çi karê tera bîne, him niha him jî axiriyêda?

PRÎNSÎP: “Hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efesî 4:32).

  •   Ev prînsîp çawa dikare ser îsafa te hukum be, hergê şer-dew orta te û heval yan xûşk-birê teda pêşda tê?

  • Îsafa rast hînkirî, kîjan ku te hêlan dike, ku qenc û merd bî, wê çi karê tera bîne, him niha him jî axiriyêda?

PRÎNSÎP: “Xudan ... dijene nep’ak û yê zulmê h’iz dike” (Zebûr 11:5).

  •   Ev prînsîp çawa dikare ser îsafa te hukum be, çaxê tu sînema, vîdêo lîstika û bernamên têlêvîziyonê dijbêrî?

  • Îsafa rast hînkirî, kîjan ku te hêlan dike xwe dûr bigirî ji wedederbazkirinên zulmiyêva girêdayî, wê çi karê tera bîne, him niha him jî axiriyêda?

SERHATÎ: “Hevalên min vîdêo lîstikên sert dilîstin, û ez jî wan lîstikava hatime girêdanê. Paşê, bavê min îzin nedida min ez bilîzim, lê yeke ez diçûme cem hevalên xwe û min tevî wan dizîkava dilîst. Malda min derheqa vê yekê tu kesîra nedigot. Bavê min didît, wekî tiştek tevî min diqewime, lê min digotê ku hemû tişt baş e. Rojekê min Zebûra 11:5 xwend, û îsafa min destpêkir min biçerçirîne. Min fem kir, ku ez gerekê terka wan vîdêo lîstikên sert bidim, û min hema usa jî kir. Gava hevalekî min ev yek dît, ewî jî terka wan lîstika da” (Cêrêmî).

Bifikire: Çi çax îsafa Cêrêmî destpêkir wî biçerçirîne û çi çax ewî destpêkir guh bide îsafê? Ji vê serhatiyê tu çi hîn dibî?

Fikira sereke: Îsafa me eyan dike, wekî bi rastî em çi merî ne û çi bona me diha ferz e. Lê îsafa te derheqa te çi eyan dike?