Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Îda Naxwazim Bijîm?

Çi Bikim Hergê Îda Naxwazim Bijîm?

 Çend sal pêşda ez usa qayîm xemgîn dibûm, ku min tirê nav minda agirek dişixule, ku ez nikarim bitemirînim. Hingê ez difikirîm xwe bikujim. Bi rastî min nedixwest bimirama, lê min dixwest usa derdê xwe kuta kim”.—Conatan, 17 salî.

 Wedê şêwirkirina tevî 14 000 şagirtên mektebêye mezin, hate kifşê wekî nava 12 mehên paşwextiyêda, ji pênc şagirta yek xwestiye xwe bikuje. a Hergê tu jî difikirî ku nêta jîyînê tune, çi dikarî bikî?

  •   Lez nekeve. Xwera qirar ke, wekî tuyê bin hukumê êmosiyada tu gavekê nevêjî. Rast e dibeke problêmên te usa têne kifşê, ku tê nikaribî ber wan teyax kî, lê hene tiştên usa ku wê alî te bikin hîn bî, problêma alt kî.

 Dibeke tu xwe usa texmîn kî, têbêjî ketî labîrîntê. Lê bi rastî hestên me timê rastiyê nadine kifşê. Rê hene wekî tu ji dereca xwe derêyî û hergê tu alîkariyê bistînî, ev rê dikarin diha nêzîk bin, ne ku çawa tu difikirî.

  •  Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Em her aliyava telî-tengiyada ne, lê nav dest-piyê tengasiyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin” (2 Korintî 4:8).

     Şîret: Hergê fikirên xwekûştinê ji serê te dernayên, pêbihese ku tu ji kîderê dikarî alîkariyê bixwazî. Mesele, tu dikarî alîkariya bi lezra têlê xî yan jî ciyên dinra. Wêderê merivên cêribandî dixebitin, yên ku bi rastî dikarin û dixwazin alî te bikin.

  •   Kesekîra gilî ke. Hene meriv, yên ku bona te xem dikin û dixwazin alî te bikin, mesele heval û neferên mala te. Hergê tu wanara derheqa derdê xwe gilî nekî, ewana wê tu car pênehesin tu çi halîda nî.

 Hine meriv seva ku diha rind bivînin, berçevka didine ber çevê xwe. Anegorî vê yekê hevalê baş dikare alî te bike, seva ku diha zelal ser problêma xwe binihêrî û derheqa xwekuştinê nefikirî.

  •  Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval . . . bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

     Şîret: Seva ku xeberdanê destpêkî, dikarî usa bêjî: “Wan paşwextiya fikirên xirab dikevine serê min. Ez dixwazim tera xeber dim.” Yan jî usa: “Hine problêmên min hene û ez nikarim xwexa safî kim. Tuyê alî min bikî?”

  •   Alîkariyê ji doxdira bixwaze. Carna ji bo problêmên sihet-qewatêva girêdayî yan jî ji bo xemgîniyê û dêprêsiyayê, meriv îda naxwazin bijîn. Lê bona merivên usa mizgînî heye. Ewana dikarin qenc bin.

 Mesele, çaxê tu grîpê dikevî, medê te naçe xwarinê. Mîna vê yekê dibeke ji bo dêprêsiyayê tu naxwazî bijîyî. Lê her du nexweşî jî qenc dibin.

  •  Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş” (Metta 9:12).

     Şîret: Xewa xwe bistîne, sportêva mijûl be û xwarina kêrhatî bixwe. Bîr neke wekî sihet-qewata te dikare ser êmosiyên te hukum be, ku tu ça ser jîyînê binihêrî.

  •   Dua bike. Kitêba Pîroz dibêje, ku Efirandarê me “ji dilê me mestir e û her tiştî zane” (1 Yûhenna 3:20). Lema jî wê baş be îda nihada destpêkî dua bikî. Duakirinêda navê Yehowa hilde û dilê xwe wîra weke.

 Hine problêm mîna barekî giran in, û wê tera çetin be tenê bivî. Efirandarê te Yehowa, hazir e alî te bike.

  •  Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirên we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7).

     Şîret: Yehowara ne ku tenê problêmên xwe gilî ke, lê usa jî razîbûna xwe eyan ke hema bona tiştekî baş, çi ku te nava rojêda dît (Kolosî 3:15). Razîbûn wê alî te bike, wekî bi pozîtîv û rast ser jîyîna xwe binihêrî.

 Hergê tu difikirî ku nehêja ye bijîyî, alîkariyê bixwaze. Hema usa Conatan jî kir, derheqa kîjanî destpêka gotarêda hatibû nivîsarê. Ew dibêje: “Min gelek car tevî dê-bavê xwe xeber dida û alîkariya doxdira dixwest. Niha ez diha baş xwe texmîn dikim. Rast e carna ez dilteng dibim, lê fikirên xwekuştinê îda nekevine serê min”.

a Ev pirsdayîn ji aliyê Meydanên Kontrola û Qenckirina Nexweşiyada, hatiye derbazkirin sala 2019-da, Dewletên Yekbûyîda.