Derbazî serecemê

PIRSÊN CAHILA

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike? Para 1: Hîn be Kitêba Pîroz Lêkolîn bikî

Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike? Para 1: Hîn be Kitêba Pîroz Lêkolîn bikî

“Min çend cara dixwest destpêkim Kitêba Pîroz bixûnim, lê ev kitêbeke usa mezin e ku min tirê ezê nikaribim bi temamî bixûnim” (Brayana).

Tu jî usa difikirî? Heger erê, ev gotar wê alî te bike!

 Çira lazim e Kitêba Pîroz bixûnim?

Dibeke tera hewas nîne Kitêba Pîroz bixûnî, ew yek femdarî ye. Tu dikarî bifikirî ku dewsa wê, diha baş e têlêvîziyonê yan jî cûre-cûre vîdêo xwera binihêrî, çimkî ew kitêbeke bi hezara rûpêla ye, bi herfên hûr e û şikil jî têda tune ne.

Lê were alîkî dinva bifikire: Besa xeberê, te sindoqa xizna ya berê dîtiye, teyê nexwesta bidîta ku têda çi heye?

Kitêba Pîroz hema mîna vê sindoqa bi xizna ye. Têda gelek şîretên bîlan hene, ku wê alî te bikin

  • Safîkirinên baş bikî

  • Dê-bavê xwera ziman bivînî

  • Hevalên baş xwera qazanc kî

  • Ber strêsê teyax kî

Lê gelo ev kitêba usa kevin, bi rastî dikare îro kêrî me bê? Belê, çimkî “temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye” (2 Tîmotêyo 3:16). Ew tê hesabê ku şîretên têda ji Kesê herî bîlan e.

Kitêba Pîroz mîna sindoqa xizna ye, ya ku bi şîretên bîlan tije ye

 Çawa Kitêba Pîroz bixûnim?

Mêtoda pêşin: Ji serî heta xilaziyê bixûne. Usa tuyê fem kî ku elametiya Kitêba Pîroz ya sereke çi ye. Lê dîsa gelek mêtod hene, ku tu ça dikarî bixûnî. Dîna xwe bide du mêtodên jêrê:

  •   Tu dikarî 66 kitêbên têda pey hev bixûnî, dêmek ji kitêba Destpêbûn heta Eyantî.

  •   Tu dikarî Kitêba Pîroz li gora xronolojiyê bixûnî, dêmek her derece çawa pey hev diqewimî.

Şîret: Broşûra “Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz”-da, Para 4-da, nexşa qewimandinên ferz ya jîyîna Îsa ser erdê, bi xronolojî heye.

Mêtoda duda: Têmekî bijbêre ya ku tevî problêma te girêdayî ye. Mesele:

  • Tu dixwazî ku hevalên bi îtbar xwera qazanc kî? Serhatiya Yonatan û Dawid bixûne (1 Samûyêl serên 18-20). Têderxe kîjan hunurên Dawid Yonatan xweş hatin ku ewî xwest bibe hevalê wî.

  • Tu dixwazî wedê cêribandina amin bimînî? Serhatiya Ûsiv bixûne ku çawa ew wedê cêribandinê amin ma (Destpêbûn, serê 39). Dîna xwe bide ku ewî ji ku qewat stand ku amin bimîne.

  • Tu dixwazî pêbihesî ku dua ça dikare alî te bike? Serhatiya Nehemiya bixûne (Nehemiya, serê 2). Bifikire ku qewata duayê Nehemiya çiqas mezin bû.

Şîret: Gava Kitêba Pîroz dixûnî, wê baş be cîkî rihet bijbêrî ku dîna te neçe ser tiştekî din, wekî bikaribî hiş-aqilê xwe bi temamî bidî ser xwendinê.

Mêtoda sisiya: Parek yan zabûrek bixûne, û paşê bifikire ça tu dikarî karê bivînî. Paşî xwendinê tu dikarî pirsên usa bidî xwe:

  •   Çira Yehowa Kitêba Pîrozda ew yek daye nivîsarê?

  •   Ew yek derheqa kîjan xeyset-hunurên Yehowa minra eyan dike?

  •   Ça ez dikarim vê yekê emrê xweda bidime xebatê?

Şîret: Xwera nêtê dayne ku Kitêba Pîroz her roj bixûnî. Salnamêda xwera kifş ke ku ji kîjan rojê tu dixwazî xwendina Kitêba Pîroz destpêkî.