Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Aliyê çepê: Yasser Qudaih/Anadolu via Getty Images; aliyê rastê: RONALDO SCHEMIDT/AFP via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Kengê Şer wê Xilaz bin?—⁠Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kengê Şer wê Xilaz bin?—⁠Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Sêkrêtarê Sereke yê Miletên Yekbûyî Antonyo Gutêrrês derheqa hicûmkirina Îranê ser Îsraêlê Şemiyê, 13 Nîsanê, sala 2024 usa got: “Niha ew wede ye, wekî ev derece diha bêxof be. Niha wede ye xwegirtinê bidine kifşê”.

 Ewa tenê meseleke vê yekê ye, ku nav temamiya dinyayêda çi diqewime.

 “Niha, nav temamiya dinyayêda diha zêde şer hene, ne ku wedê Şerê Hemdinyayêye Duda. Û roja îro ji bo vê yeke 2 mîlyard meriv, dêmek her merivê çara zirarê distîne”—Civaka Bêxofiyê ya Teşkîleta Miletên Yekbûyî, 26 Çileyê, sala 2023.

 Têrîtoriyên kîderêda ku şer diçe, ew hene Îsraêl, Gaza, Sûrya, Azerbaycan, Ûkraîna, Sûdan, Etyopya, Nîjer, Myanmar û Haît. a

 Gelo şer wê xilaz bin? Gelo serwêrên dinyayê dikarin edilayê pêşda bînin? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Dinya wedê şer

 Qewimandinên ku îro dinyayêda diqewimin didine kifşê, ku zûtirekê wê hemû şer tune bin. Ew şer pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tînin serî derheqa wî wedeyî ku em dijîn. Kitêba Pîroz ser wî wedeyî dibêje “rojên xilaziyêye vê dinyayê” (Metta 24:3).

  •   “Hûnê derheqa şerên cûre-cûre ciyada bibihên. . . . Miletê himberî milet û padşatî himberî padşatiyê rabe” (Metta 24:6, 7).

 Bixûnin gotar bi navê “Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?” wekî pêbihesin ku ça şerên roja îroyîn, pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tîne serî.

Şerê ku hemû şera wê kuta ke

 Kitêba Pîroz pêxembertî dike derheqa kutakirina şerên ku ji bo meriva pêşda tên. Çawa ev yek wê biqewime? Ne bi qewata meriva, lê bi saya şerê Harmegedon “şerê … Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” (Eyantî 16:14, 16). Ew şer wê rê veke bona Xwedê, wekî ew qirara xwe bona însanetê bîne serî, ku ewana ji edilaya herheyî şabûnê bistînin (Zebûr 37:10, 11, 29).

 Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa şerê Xwedê ku wê hemû şera kuta ke, bixûnin gotara bi navê “Harmegedon Çi ye?

a ACLED Conflict Index, “Ranking violent conflict levels across the world,” Çile, sala 2024