Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Maremagnum/Corbis Documentary via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Harmegedon wê Îsraêlêda Destpêbe?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Harmegedon wê Îsraêlêda Destpêbe?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî şerê Harmegedonê wê ne ku tenê cîkî biqewime, lê ev şerê hemdinyayê ye, ya ku wê orta serwêrtiyên meriva û serwêrtiya Xwedê pêşda bê.

  •   “Ew ruhên cina . . . diçine cem hemû padşên dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê. . . . Wan ruha ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra ‘Harmegedon’ tê gotinê” (Eyantî 16:14, 16).

 Xebera “Harmegedon” ji xebera Îbranî tê, Har Meghid·dohn, ya ku tê hesabê “Çiyayê Megîdo”. Megîdo ev şeherê Îsraêla berê bû. Lema jî, ji bo vê meniyê hine meriv difikirin, wekî Harmegedon wê Îsraêlêda destpêbe. Lê bi rastî, ne şeherê Megîdo, ne jî tu têrîtoriyeke Rohilata Navînda usa mezin nînin, ku bikaribin “hemû padşên dinyayê” û ordiyên wan tevayî top kin.

 Kitêba Eyantî bi zimanê sîmbolîk hatiye nivîsarê (Eyantî 1:1). Şerê Harmegedon wê cîkî konkrêt neqewime, çimkî ev şerê hemdinyayê ye, kîjanîda wê hemû milet top bin wekî pêşberî serwêrtiya Xwedê derên (Eyantî 19:11-16, 19-21).