Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 2

Çira Navê Me Şedêd Yahowa ye?

Çira Navê Me Şedêd Yahowa ye?

Nuh

Birahîm û Sara

Mûsa

Îsa Mesîh

Geleka tirê ku Şedêd Yahowa ev heye navê dînekî nû. Lê bi rastiyê, hê 2 700 sal pêşda qulixkarêd Xwedayê rast dihatin navkirinê ça “şedêd” wî (Îşaya 43:10-12). Heta sala 1931, navê me Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz bû. Lê zanî çira me xwera eva nava, Şedêd Yahowa, jibart?

Ev nav dide kifşê ku Xwedayê me kî ye. Ji destnivîsarêd berê eyan dibe, ku di Kitêba Pîrozda navê Yahowa ji 7 000 cara zêdetir hatiye xebitandinê. Di gelek welgerandinada dewsa vî navî sernavêd din, mesele Xwedê û Xudan, hatine xebitandinê. Lê bi rastiyê Xwedayê rast xwexa navê xwe, Yahowa, Mûsara eyan kiribû û serda giliyêd usa wîra gotibû: “Heta-hetayê navê min ev e” (Derketin 3:15). Bi vê yekê Xwedayê rast, xwe ji xwedayêd qelp başqe kir. Seva me qedrekî mezin e, ku em navê wî li ser xwe digerînin.

Ev nav, dide kifşê ku borc û şixulê me çi ye. Nava terîxiya dinyayê hebûn merî, yêd ku şedetî didan derheqa baweriya xwe hindava Yahowa, mesele şedê pêşin Habîl bû. Nava terîxiyê hebûn meriyêd usa ça, Nuh, Birahîm, Sara, Mûsa, Dawid û dîsa merivêd din, û tevayî ewana têne navkirinê ça “elaleta şedaye giran” (Îbranî 11:4-12:1). Mesele, ça heger kesek li ber dîwanê pişta merivekî rast û negunekar bigire û şedetiyê bide, usa jî em şedetiyê didin derheqa Xwedayê xwe û bi xîretê rastiyê bela dikin.

Bi vê yekê em çev didine Îsa Mesîh. Di Kitêba Pîrozda Îsa Mesîh tê navkirinê ça: “Şedê rast û amin” (Eyantî 3:14). Îsa xwexa jî digot, ku evî navê Xwedê da eyankirinê û şedetî dida, wekî meriv derheqa Xwedê rastiyê bizanibin (Yûhenna 17:26; 18:37). Dêmek şagirtêd Îsaye rast jî gerekê çev bidana wî, xwe  bi navê Yahowa navkirana û bi vê yekê ev nav seva hemû meriya eyan kirana. Şedêd Yahowa bi dil û can, hema usa jî dikin.

  • Çira Lêkolînkarêd Kitêba Pîroz, navê xwe kirine Şedêd Yahowa?

  • Ev çiqas wede ye, ku li ser erdê bona Yahowa şede hene?

  • Kî ye Şedê Yahowayî herî mezin?