Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

 Serê 21

Çi ye Beytel?

Çi ye Beytel?

Îdara senetkariyê, Dewletêd Emêrîkaya Yekbûyî

Almanya

Kênya

Kolombya

Beytel ev xebereke îbranî ye, ya ku tê hesabê “Mala Xwedê” (Destpêbûn 28:17, 19). Ev nav layîqî wan awaya ye, kîderê ku Şedêd Yahowa di hemû welatada qulix dikin, û ji kîderê ku şixulê dannasînkirinê tê sazkirinê û pêşda diçe. TKoma rêberiyê, di Nîyû-Yorkê Emêrîkaya Yekbûyîda di fîlîala herî mezinda qulix dikin, şixulkirina Şedêd Yahowa nav temamiya dinyayê, ji wir tê rêberî kirinê. Û usa jî ji wir ewana pey fîlîala dinihêrin, yêd ku di cûre-cûre welatada nin. Li ser wan meriya, yêd ku di van awayada qulix dikin, dibêjin endemêd malbeta Beytelê. Mîna malbetekê, ewana tevayî dijîn, dixwin, dixebitin, tevayî jî Kitêba Pîroz hîn dibin. Evan hemû tişta malbeta Beytelê bi yektî dike (Zebûr 133:1).

Beytel cîkî mexsûs e, kîderê ku endemêd wî rezedilî qulix dikin. Di hemû Beytelada, mêr û jinêd mesîhî bi aminiyê şixulê Xwedê dikin, û hemû wedê xwe didine qulixkirina padşatiyê (Metta 6:33). Rast e tu kes ji wan, pera yan heq seva vî şixulî nastîne. Lê wanara otax, xwarin û usa jî perê cêba wan seva hewcêd wanî her roj, didin. Her kes di Beytelêda cûre-cûre şixul dike. Hinek ji wan, di nivîsxanada, yan neşirxanada dixebitin, hinek jî xwarinê hazir dikin, kinca dişon, yan jî didine hev û dîsa şixulêd cûre-cûre dikin.

Beytel ciyê şixulkariyê ye, yêd ku piştgiriya şixulê dannasînkirinê dike. Nêt merema her Beytelekê ew e, wekî rastiya Kitêba Pîroz bigihîne gele meriya. Eva broşûra jî vê yekê îzbat dike. Ew bin rêberiya Koma rêberiyê hatiye nivîsarê, bi têksta elektronîk ev broşûr weke sed komêd tercimanara hate şandinê, û di wan Beytelada kîderê neşirxane heye, van edebyeta bi mekînêd, ku zû-zû dixebitin, derdixin. Paşê jî van edebyeta 110 000 civatara zêdetir dişînin. Bi van hemû şixula, neferêd Beytelê piştgiriya şixuleke gelek ferz dikin, dêmek şixulê dannasînkirina mizgîniyê (Marqos 13:10).

  • Kî di Beytelêda qulix dike, û ça derheqa hewcêd wan dişirmîş dibin?

  • Neferêd Beytelê piştgiriya kîjan şixulê ferz dikin?