Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

Çira Em Diçerçirin, Kal-Pîr Dibin û Dimirin?

Em bona Efirandarê xwe ça zar in. Û ew naxwaze wekî em kul-derda bikişînin. Lê yeke em rastî gelek kul-derda û tengasiya tên. Gelo çira?

Dê-Bavê Meye Pêşin Ew Bela Anîne Serê Me

“Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (ROMAYÎ 5:12).

Xwedê merivên pêşin, Adem û Hêwa pê hiş-aqil û bedena bêqisûr efirand. Ewî usa jî ser erdê cinetê wanra maleke xweş da, bi navê baxçe Êdên. Ewî gote wan ku xêncî darekê, ewana dikarin hemû berên dara bixwin. Lê Adem û Hêwa berê vê dara qedexekirî xwarin, û bi vê yekê gune kirin (Destpêbûn 2:15-17; 3:1-19). Paşî neguhdarîkirinê, Xwedê wana ji baxçe derxist, û emirê wan gelek giran bû. Wede şûnda, zar wanra bûn, û emirê wan jî bi kul-derda tije bû. Ji vî çaxî ewana gişk kal-pîr dibin û dimirin (Destpêbûn 3:23; 5:5). Em rûyê merivên pêşin, Adem û Hêwayêda, nexweş dikevin, kal-pîr dibin û dimirin.

Melekên Xirab Kul-Derdên Me Zêde Dikin

“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 YÛHENNA 5:19).

“Yê Xirab”, ew heye Mîrê-cina. Ew efrînê ruhanî, ku nayê dîtinê, miqabilî Xwedê rabû (Yûhenna 8:44; Eyantî 12:9). Paşê, hine melekên din jî tevî Mîrê-cina bûne yek û piştgiriya wî kirin. Ser wan dibêjin cin. Ew ruhên xirab, qewata xwe didine xebatê wekî meriv bixalifin, gura Efirandarê xwe nekin û pişta xwe bidine wî. Bin hukumê wanda îro gelek meriv tiştên xirab dikin (Zebûr 106:35-38; 1 Tîmotêyo 4:1). Şeytan û cinên wî şa dibin gava meriv diçerçirin û kul-derda dikişînin.

Carna Em ji bo Şaşiyên Xwe Diçerçirin

“Meriv çi diçîne, wê jî diçine” (GALATÎ 6:7).

Em gişk gelek car kul-derda dikişînin ji bo gunekariya xwe û ji bo hukumê vê dinyayê, ku bin destê Mîrê-cinada ye. Lê meriv cara xwexa neheq in bona kul-derdên xwe. Çi cûreyî? Ewana gava tiştên xirab dikin û safîkirinên bêaqilayî dikin, gelek car axiriya xirab distînin. Alîkî dinva jî, çaxê meriv tiştên baş dikin, ewana axiriya baş distînin. Mesele, mêr û bavê helal û xebathiz, ku neferên xwe hiz dike, wê gelek tiştên baş biçine û wê malbeta xwe bextewar ke. Lê yê xumarbaz, îçkehiz û tembel, xwe û neferên xwe dike kesîbiyê. Lema jî bi bîlanî ye guh bidine Efirandarê xwe. Ew dixwaze em tiştên baş biçinin, û “edilayêda” bin (Zebûr 119:165).

Em “Rojên Axiriyêda” Dijîn

“Rojên axiriyêda ... merivê bibine xwehiz, perehiz ... ne gura dê-bavada ... temsist, zulmkar, neyarên qenciyê” (2 TÎMOTÊYO 3:1-5).

Îro gelek meriv hema vî cûreyî ne, ça van rêzada hatiye pêxembertîkirinê. Rabûn-rûniştina wan eşkere îzbat dike wekî em rastî jî “rojên axiriyêda” dijîn, yên ku berbi xilaziya vê dinyayê dibin. Kitêba Pîroz usa jî pêxembertî kiriye, wekî “rojên axiriyêda” şer, kêmasiya xwarinê, erdhejên mezin û nexweşî wê belabûyî bin (Metta 24:3, 7, 8; Lûqa 21:10, 11). Ew her tişt gelek kul-derd û mirinê tînin.