Derbazî serecemê

Nixumandin Çi Tê Hesabê?

Nixumandin Çi Tê Hesabê?

Caba Kitêba Pîroz

 Nixumandin tê hesabê bi temamî bikevine binê avê û derên. a Kitêba Pîrozda gelek car derheqa nixumandinê tê gotinê (Karên Şandiya 2:41). Mesela Îsa vê yekê mera eyan dike, çaxê ew çemê Ûrdunêda hate nixumandinê (Metta 3:13, 16). Usa jî merivekî Etyopî hîvî kir ku wî binixumînin, çaxê ewana “gihîştine avekî” (Karên Şandiya 8:36-40).

 Îsa temî da ku hemû şagirtên wî gerekê bêne nixumandinê (Metta 28:19, 20). Hine wext şûnda Petrûsê şandî derheqa vê yekê got (1 Petrûs 3:21).

Vê gotarêda

 Çi tê hesabê nixumandin?

 Çaxê meriv tê nixumandinê ew ber meriva nîşan dike, ku gune xwe daye rûyê xwe û soz dide wekî wê qirara Xwedê bîne sêrî. Usa jî ku wê her tiştîda guh bide wî û kurê wî Îsa Mesîh. Ew merivê ku tê nixumandinê xwe li riya ku dibe berbi jîyîna heta-hetayê digire.

 Kitêba Pîrozda nixumandin beramberî definkirinê dibe (Romayî 6:4; Kolosî 2:12). Nixumandina avêda bi sîmbolîk tê hesabê, wekî meriv jîyîna xweye berê dihêle û çawa merivê nû emirê xwe tesmîlî Xwedê dike.

 Gelo Kitêba Pîroz hîn dike wekî zara virnî gerekê bê nixumandinê?

 Kitêba Pîrozda tu ciya nayê gotinê derheqa nixumandina zara. b Û ne jî ew hîn dike, ku zara virnî gerekê bê nixumandinê.

 Anegorî Kitêba Pîroz, hene çend tiştên sereke yên ku meriv gerekê bike hergê dixwaze bê nixumandinê. Mesele, ew gerekê hînkirinên sereke, yên ku Xebera Xwedêda nivîsarê fem bike û li gora wan hînkirina bijî. Usa jî ew gerekê gunê xwe tobe ke û duada emirê xwe tesmîlî Xwedê bike (Karên Şandiya 2:38, 41; 8:12). Ew hemû tişt zara virnî nikare bike.

 Çi tê hesabê bi navê Bav, bi navê Kur û bi ruhê pîroz bêne nixumandinê?

 Îsa temî da şagirtên xwe, wekî ewana “herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz binixumînin” (Metta 28:19, 20). “Bi navê” tê hesabê wekî merivê kîjan ku tê nixumandinê gerekê serwêrtiya Bav û Kur qebûl ke, usa jî rola ruhê pîroz. Mesele, Petrûs usa gote merivê ku ji bûyînê topal bû: “Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rabe bigere” (Karên Şandiya 3:6). Ji xeberên Petrûs tê kifşê ku ewî serwêrtiya Îsa qebûl dikir û merivên dinra ewê yekê eyan dikir.

  •   “Bav” tê gotinê ser Xwedê Yehowa c. Yehowa Efirandar û Xwedayê Himzor e û serwêrtiya wî bêsînor e (Destpêbûn 17:1; Eyantî 4:11).

  •   “Kur” ew Îsa Mesîh ye, yê ku emirê xwe çawa qurban bona me da (Romayî 6:23). Em xilazbûnê dikarin tenê bi saya vê yekê bistînin, hergê fem dikin û qebûl dikin rola Îsa, ya ku tevî qirara Yehowa hindava însanetê girêdayî ye (Yûhenna 14:6; 20:31; Karên Şandiya 4:8-12).

  •   “Ruhê pîroz” ew qewata Xwedê ye. d Bi saya ruhê xweyî pîroz Xwedê her tişt efirand, emir da efrînên xwe, mizgînî pêxemberara û merivên dinra derbaz dikir, usa jî qewatê dida wan wekî ewana bikaribin qirara wî bînin sêrî (Destpêbûn 1:2; Îbo 33:4; Romayî 15:18, 19). Xêncî vê yekê, Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz fikirên xwe derbazî wan meriva dikir, yên ku Kitêba Pîroz dinivîsîn (2 Petrûs 1:21).

 Gelo gune ye ku cara duda bêne nixumandinê?

 Îro gelek belabûyî ye ku meriv rêlîgiya xwe biguhêzin. Lê hergê merivê ku îda dêrekîda hatiye nixumandinê û dîsa carekê bê nixumandinê, gelo ev yek wê ça gune bê hesabê? Hinek wê bêjin “erê” li gora Efesî 4:5, kîderê tê gotinê: “Xudan yek e, bawerî yek e, nixumandin yek e”. Lê bi rastî ew xeber nayêne hesabê, ku meriv nikare cara duda bê nixumandinê. Gelo çima?

 Kontêkst: Ji kontêksta Efesî 4:5 tê kifşê, wekî Pawlos dixwest bigota ku nihêrandin û baweriya hemû Mesîhiyên rast gerekê yek be (Efesî 4:1-3, 16). Ev yektî tenê bi saya vê yekê dikare bê standinê, hergê her kes Rêberekî qebûl kin, dêmek Îsa Mesîh; baweriya xwe hînkirinên sereke bînin û dewakirinên hindava nixumandinê rast fem bikin û bînin sêrî.

 Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa derecekê, çaxê Pawlos çend meriva hêlan kir cara duda bêne nixumandinê. Ew yek lazim bû, çimkî çaxê ew meriv cara pêşiyê hatibûn nixumandinê, ewana hînkirinên Îsa Mesîh bi temamî fem nedikirin (Karên Şandiya 19:1-5).

 Dewakirinên sereke bona nixumandinê. Seva ku Xwedê nixumandina me qebûl ke, zanebûna me gerekê ser hîmê rastiya Kitêba Pîroz be (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Hergê meriv ser hîmê wan hînkirina hatiye nixumandinê yên ku miqabilî Kitêba Pîroz in, Xwedê wê nixumandina wî qebûl neke (Yûhenna 4:23, 24). Diqewime meriv bi dil û nêta rast hatibû nixumandinê, “lê ev yek bê zanebûn” bû (Romayî 10:2). Lema jî seva ku Xwedê nixumandina wî merivî qebûl ke, ew gerekê rastiya Kitêba Pîroz hîn be, emirê xweda bide xebatê, xwe tesmîlî Xwedê ke û paşê dîsa bê nixumandinê. Vê derecêda nixumandina wî merivî wê ça gune neyê hesabê, lê ew yek wê gaveke ferz be emirê wîda.

 Nixumandinên derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê

 Kitêba Pîrozda ne tenê derheqa nixumandina binê avêda tê gotinê, lê usa jî derheqa cûrê nixumandinên din. Dîna xwe bidine çend mesela.

 Nixumandinên Yûhennayê Nixumdar. e Yûhennayê Nixumdar Cihûya û merivê ku bûne Cihû, bi sîmbolîk nixumand çimkî ewana gunê xwe dane riyê xwe ji bo vê yekê, ku miqabilî Qanûna Mûsa derketibûn—Qanûna ku Xwedê bi saya Mûsa dabû Îsraêliya. Ew nixumandin meriva bona vê yekê hazir kir, ku ewana Mesîh qebûl kin, dêmek Îsayê ji Nisretê (Lûqa 1:13-17; 3:2, 3; Karên Şandiya 19:4).

 Nixumandina Îsa. Nixumandina Îsa nixumandineke mexsûs bû. Îsa yekî bêqisûr bû û ewî guna nedikir (1 Petrûs 2:21, 22). Lema jî nixumandina wî ne li gora tobekirin yan jî xwestina “îsafa rihet” bû (1 Petrûs 3:21). Bi nixumandina xwe ewî da kifşê ku emirê xwe dide destê Xwedê û hazir e çawa Mesîh qirara Wî bîne sêrî. Ev yek usa jî dihate hesabê, ku ewê emirê xwe seva meriva berva bide (Îbranî 10:7-10).

 Nixumandina bi ruhê pîroz. Çawa Yûhennayê Nixumdar usa jî Îsa Mesîh derheqa nixumandina bi ruhê pîroz digotin (Metta 3:11; Lûqa 3:16; Karên Şandiya 1:1-5). Nixumandin û nixumandina bi navê ruhê pîroz, mîna hev nînin (Metta 28:19). Gelo çi firqî orta wan heye?

 Tenê hine ji peyçûyên Îsa bi ruhê pîroz têne nixumandinê. Ewana bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê, çimkî ewana wê tevî Îsa çawa hempadşe û kahîn ser erdêra serwêrtiyê bikin f (1 Petrûs 1:3, 4; Eyantî 5:9, 10). Bi mîlyona peyçûyên Îsa gumana kîjana jîyîna heta-hetayê ye ser erdê cinetê, wê bibine bineliyên vê Padşatiyê (Metta 5:5; Lûqa 23:43).

 Nixumandina Îsada û mirina wîda. Merivên ku bi ruhê pîroz têne nixumandinê bi “Mesîh Îsada hatine nixumandinê” (Romayî 6:3). Ew nixumandin seva wan kesa ye, kê wê tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin, dêmek yên kifşkirî. Ew yek tê hesabê ku ewana dibine endemên “bedena wî”, û Îsa serê Bedenê ye (1 Korintî 12:12, 13, 27; Kolosî 1:18).

 Yên kifşkirî usa jî “mirina wîda hatine nixumandinê” (Romayî 6:3, 4). Ewana çev didine Îsa û ruhê xwequrbankirinê didine kifşê û înkar dikin mecala ku heta-hetayê ser erdê bijîn. Nixumandina wan mirina Îsada bi sîmbolîk wî çaxî xilaz dibe, çaxê ewana dimirin û têne saxkirinê, seva ku ser ezmana bijîn (Romayî 6:5; 1 Korintî 15:42-44).

 Nixumandina bi agir. Yûhennayê Nixumdar usa gote wan, kê guh dida wî : “[Îsa] we bi ruhê pîroz û bi agir binixumîne. Haceta g wî destê wîda ye û ewê bêdera h xwe paqij ke. Ewê genim li embara top ke û kayê bişewitîne bi agirê ku natemire” (Metta 3:11, 12). Nixumandina bi agir û nixumandina bi ruhê pîroz ji hev cude dibin. Lê bi vê yekê Yûhenna çi dixwest bigota?

 Genim ser wan kesa tê gotinê, kê guh didine Îsa û gura wî dikin. Wanra mecal vedibe ku bi ruhê pîroz bêne nixumandinê. Lê kayê ser wan meriva tê gotinê, yên ku guh nadine Îsa. Ewana wê bi agir bêne nixumandinê, dêmek ser heta-hetayê bêne kutakirinê (Metta 3:7-12; Lûqa 3:16, 17)

a Xebera Yûnanî kîjan ku hatiye welgerandinê ça “nixumandin” ser hîmê xeberekê ye, kîjan ku tê hesabê “binavkirin, dêmek bi temamî bikevine binê avê û ji avê derkevin” (Vine’s Complete Expository Dictionary of Old and New Testament Words).

b Hine dêrada avê ser serê zarên virnîda dikin yan jî lê direşînin, nava didine ser wan û ev yek tê hesabê nixumandina zarên virnî.

c Yehowa navê Xwedêyî şexsî ye (Zebûr 83:18). Binihêre gotara bi navê “Yehowa Kî ye?

d Binihêre gotara “Çi ye Ruhê Pîroz?

e Binihêre gotara “Yûhennayê Nixumdar Kî Bû?

f Binihêre gotara “Kê Diçe Ser Ezmana?

g Dêmek “melheb”.

h Dêmek ciyê ku genim ji kayê tê veqetandin.

i Carna Kitêba Pîrozda xebera “nixumandin” tê gotinê ser cûre-cûre şûştin-veşûştinên edetva girêdayî (Markos 7:4; Îbranî 9:10). Lê ev yek girêdayî nîne tevî nixumandina Îsa û şagirtên wî.