Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 97

Em bi Peyva Xwedê Dijîn

Em bi Peyva Xwedê Dijîn

(Metta 4:4)

  1. 1. Yehowa xema me dixwe,

    dide rêberiyê.

    Gotinên wî biqîmet in

    ji bona jiyanê.

    Ew dilê me fireh dikin

    û didin hizûrê.

    (DÎSGOTIN)

    Em ne tenê bi nên dijîn,

    lê bi Peyva Xwedê.

    Ew bi rastî xezîne ye,

    em xwe dispêrinê.

  2. 2. Serpêhatiyên qeydkirî

    nîşanî me didin

    ku kesên li demên berê

    çawa xizmet kirin.

    Em her gav ji îmana wan

    teşwîqê distînin.

    (DÎSGOTIN)

    Em ne tenê bi nên dijîn,

    lê bi Peyva Xwedê.

    Ew bi rastî xezîne ye,

    em xwe dispêrinê.

  3. 3. Qîmeta Kitêba Pîroz

    nayê hesabkirin.

    Loma lazim e ku em wê

    roj bi roj bixwînin.

    Ew hêz û qewetê dide,

    da ku em newestin.

    (DÎSGOTIN)

    Em ne tenê bi nên dijîn,

    lê bi Peyva Xwedê.

    Ew bi rastî xezîne ye,

    em xwe dispêrinê.

(Li van ayetan jî binêre: Yêşû 1:8; Rom. 15:4)