Here Naverokê

Mizgîniyê Belav Bikin!

Komcivîna Şahidên Yehowa - 2024

Her kes dikare were Pere nayê topkirin

Bernameya Komcivînê – Bi Kurtasî

Roja Înê: Emê bala xwe bidin îsbatên ku tiştên di Încîlê de li ser jiyan û xizmeta Îsa Mesîh hatine nivîsandin, bi rastî çêbûn. Û emê bibînin ku ew serpêhatiyên Kitêba Pîroz îro ji bo me çima bifeyde ne.

Roja Şemiyê: Li ser bûyîn û zaroktiya Îsa Mesîh ji berê ve çi hatibû gotin, û ev soz çawa hatin cih?

Roja Yekşemê: Emê gotareke li ser esasê Kitêba Pîroz a bi navê “Xeberên Xerab Çima Me Natirsînin?” bibihîzin. Ev gotar wê nîşanî me bide ku çima bi milyonan însan di vê dinyaya xerab de xwe di emniyetê de hîs dikin.

Fîlm

Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh – Beş 1

Ronahiya Rastîn a Dinyayê

Bûyîna Îsa Mesîh a bimûcîze tenê yek ji gelek qewimandinên balkêş bû, yên ku di zaroktiya wî de çêbûbûn. Dê û bavê Îsa Mesîh ew revand Misrê ku wî ji destê padîşahekî zalim xelas bikin. Paşê, hin mamosteyên bi nav û deng li ser gotinên wî ecêbmayî diman. Li van serpêhatiyan û yên din jî di beşa pêşîn a vê fîlmê de temaşe bike. Ev beş ji du paran pêk tê û di roja Înê û Şemiyê de tên nîşandayîn.

Di heqê vê komcivînê de li van vîdeoyan temaşe bike

Komcivînên Me Çawa Derbas Dibin?

Tu dikarî li komcivînên Şahidên Yehowa çi bibînî?

Komcivîna Şahidên Yehowa 2024: Mizgîniyê Belav Bikin!

Bibîne ku emê îsal li komcivînê çi hîn bibin.

Fragmana Fîlmê: Jiyan û Xizmeta Îsa Mesîh

Gelek kes li ser bûyîna Îsa Mesîh hin tiştan dizanin. Lê berî û piştî bûyîna wî çi tiştên ecêb qewimîn?