KILAM 5
Karên Ecêb ên Xwedê
(Zebûr 139)
-
1. Tu min rind nas dikî, Yehowa,
her gava min ji te re eyan e.
Her fikra min, her niyeta dilê min –
tu wana baş dizanî,
şika min tune.
Te ez didîtim bi zelalî
pêşiya ku ez hatim dinyayê.
Her karê te ecêb û bêemsal e,
tu yî çavkaniya hîkmetê,
ya Xwedê.
Zanîna te çi kûr û berfireh e,
ey Yehowa, ez heyrana te me!
Derdora min gişt reş û tarî be jî,
ez xwe dispêrim hêza destê te.
Ma kî dikare xwe veşêre
ji çavê te, ji ronahiya te?
Ne axa sar, ne jî ezmanên jorîn –
tu cihekî veşartî tune
li ber te.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 66:3; 94:19; Yêr. 17:10)