KILAM 42
Duaya Xizmetkarê Xwedê
(Efesî 6:18)
-
1. Rebê jorîn, Xwedayê ezmanan,
tu yî tenê hêjayî hemû pesnan.
Em bawer in bi qudreta te,
tuyê pêk bînî her daxwaza xwe.
Em dua dikin, Xwedê,
ku qerara te pêk bê.
-
2. Ey Yehowa, em pir şikurdar in,
qenciyên te bi rastî bêhesab in.
Çavkaniya jiyanê tu yî,
tu hîkmet û ronahiyê didî.
Van bereketên mezin
em ji dil teqdîr dikin.
-
3. Em muhtacî teseliya te ne,
çimkî îro, derdê me pir giran e.
Em barê xwe didin destê te,
qewetê bide, alî me bike.
Emê heta dawiyê
guh bidin te, ya Xwedê!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 36:9; 50:14; Yûh. 16:33; Aqûb 1:5)