Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 29

Em Dixwazin Hêjayî Navê Xwe Bin

Em Dixwazin Hêjayî Navê Xwe Bin

(Îşaya 43:10-12)

  1. 1. Qudreta te bêsînor e, Yehowa.

    Hîkmeta te nayê hesabkirin.

    Tu hezkirin î, tu Serwerê me yî,

    em bi edaleta te bawer in.

    Em ji xizmeta te kêfê distînin,

    loma em mizgînê belav dikin.

    (DÎSGOTIN)

    Xwedayê jorîn, em Şahidên te ne.

    Bi vê şerefê em serbilind in.

  2. 2. Xizmeta te ji bo me pir muhîm e,

    bi yekîtî em vî îşî dikin.

    Ey Yehowa, navê te li ser me ye,

    em tim dixwazin pesnê te bidin.

    Ji bo ku em hêjayî navê xwe bin,

    em roj bi roj gelek xîret dikin.

    (DÎSGOTIN)

    Xwedayê jorîn, em Şahidên te ne.

    Bi vê şerefê em serbilind in.

(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 32:4; Zeb. 43:3; Dan. 2:20, 21)