Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 26

We ji bo Min Kiriye

We ji bo Min Kiriye

(Metta 25:34-40)

  1. 1. Miyên din ên Îsa tevî meshkiriyan

    dişixulin pev re li îşê Xudan.

    Pir biqîmet e

    ev alîkariya wan,

    Îsa wê ji wan re bide bergîdan.

    (DÎSGOTIN)

    “Hemû xêra ku we li wan kiriye,

    we di eslê xwe de li min kiriye.

    Ji bo xatirê wan we çi kiribe,

    her keda ku we ji bo wan daye,

    we di eslê xwe de ji bo min daye.”

  2. 2. “Gava ez birçî bûm, we xwarin dida min,

    wexta ku ez tî bûm, we av dida min.”

    Ewê bibêjin:

    “Me ev kengê kiriye?”

    Îsa wê cewabê bide miyên xwe:

    (DÎSGOTIN)

    “Hemû xêra ku we li wan kiriye,

    we di eslê xwe de li min kiriye.

    Ji bo xatirê wan we çi kiribe,

    her keda ku we ji bo wan daye,

    we di eslê xwe de ji bo min daye.”

  3. 3. “Ey hevalên dilsoz, we qencî kiriye,

    bi birayên min re xizmet kiriye.”

    Loma Padîşah wê

    ji wan re bibêje:

    “Ezê jiyana herheyî bidim we!”

    (DÎSGOTIN)

    “Hemû xêra ku we li wan kiriye,

    we di eslê xwe de li min kiriye.

    Ji bo xatirê wan we çi kiribe,

    her keda ku we ji bo wan daye,

    we di eslê xwe de ji bo min daye.”

(Li van ayetan jî binêre: Mtl. 19:17; Met. 10:40-42; 2. Tîm. 1:16, 17)