Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 19

Şîva Xudan

Şîva Xudan

(Metta 26:26-30)

  1. 1. Li şeva çardehê Nîsanê,

    bi gelek sedsalan berê,

    gelê te, ya Xwedê, serbest bû ji Misrê,

    rizgar bû ji koletiyê.

    Bi Berxê Cejna Derbasbûnê

    vebû rêya xelasiyê.

    Mîna vê, Berxê me bi saya xwîna xwe

    dide hêvî û azadiyê.

  2. 2. Ev nan û şeraba li ber me

    îro tînin ber çavê me

    ku çi qas mezin e

    fedakariya te,

    qurbana ku Îsa daye.

    Em vê Êvara Bîranînê

    niha dîsa pîroz dikin.

    Fîdyeya Kurê te

    wê me azad bike,

    ji bo vê em ji dil spas dikin.

  3. 3. Xwedayê jorîn, em spasdar in

    ji bo dilovaniya te.

    Bi saya fîdyeyê

    te rêya jiyanê

    ji bo me hazir kiriye.

    Te Îsa Mesîh şand dinyayê

    ji bo xêra me hemûyan.

    Em pîroz dikin vê şeva bîranînê

    bi navgîniya Şîva Xudan.

(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 22:14-20; 1. Kor. 11:23-26)