KILAM 158
Ewê Dereng Nemîne
(Habaqûq 2:3)
1. Karê destê te
xweş û bedew e,
her tişt kamil bû
bi saya sebra te.
Bavo, îro jî
tu sebir dikî,
tuyê her tiştî
ji nû ve rast bikî.
(DÎSGOTIN)
Heta ku hemû erd
bibe bê kul û derd,
sebra me zêde bike.
Şika me qet tune,
roja te nêzîk e.
Em bawer in ku ewê
dereng nemîne!
2. Tuyê yên mirî
ji axê rakî.
Yehowa, tu jî
bi hesreta wan î.
Alî me bike,
me qewî bike,
heta wê rojê
sebra me kêm nebe!
(DÎSGOTIN)
Heta ku hemû erd
bibe bê kul û derd,
sebra me zêde bike.
Şika me qet tune,
roja te nêzîk e.
Em bawer in ku ewê
dereng nemîne!
3. Mîna te, Xwedê,
em li her derê
li kesên dilpak
digerin bi sebrê.
Ev xizmeta me
pir biqîmet e,
bi saya wê em
dibin nêzîkî te.
(DÎSGOTIN)
Heta ku hemû erd
bibe bê kul û derd,
sebra me zêde bike.
Şika me qet tune,
roja te nêzîk e.
Em bawer in ku ewê
dereng nemîne!
Bavo, sebrê bide me!
(Li vê ayetê jî binêre: Kol. 1:11)