KILAM 142
Hêviya Me Wek Lenger e
(Îbranî 6:18, 19)
-
1. Halê dinyayê gelekî tev li hev e,
her ku diçe hê jî xerabtir dibe.
Însan di tariyê de winda bûne,
gişt perîşan û bêçare ne.
(DÎSGOTIN)
Îsa Mesîh niha Padîşah e,
ewê kul û derdan ji holê rake.
Padîşahî wê me azad bike,
ev hêvî ji bo me mîna lenger e.
-
2. Em şikurdar in ji Yehowa Xwedê re,
roja xelasiyê êdî nêzîk e.
Bila her kes mizgînê bibihîze
û pesnê Xwedayê me bide!
(DÎSGOTIN)
Îsa Mesîh niha Padîşah e,
ewê kul û derdan ji holê rake.
Padîşahî wê me azad bike,
ev hêvî ji bo me mîna lenger e.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 27:14; Waiz 1:14; Yow. 2:1; Hab. 1:2, 3; Rom. 8:22)