KILAM 140
Jiyana Bêdawî Nêzîk e
-
1. Carekê xeyal bike,
aştî êdî çêbûye.
Xelas bûye kul û derd!
Jiyan çi qas xweş e!
(DÎSGOTIN)
Eger tu dilsoz bî,
tuyê jî bibînî.
Sebir bike, nêzîk e
jiyana bêdawî.
-
2. Ciwantî wê vegere,
her kes wê bextewar be.
Xwedayê me soz daye,
mirin wê tune be.
(DÎSGOTIN)
Eger tu dilsoz bî,
tuyê jî bibînî.
Sebir bike, nêzîk e
jiyana bêdawî.
-
3. Jiyana bê hêstiran
wê dilê me xweş bike.
Em spas dikin, ya Xudan,
ji bo vê soza te.
(DÎSGOTIN)
Eger tu dilsoz bî,
tuyê jî bibînî.
Sebir bike, nêzîk e
jiyana bêdawî.
(Li van ayetan jî binêre: Eyûb 33:25; Zeb. 72:7; Pey. 21:4)