KILAM 135
Yehowa Dibêje: “Lawê Min, Bihîkmet Be!”
(Methelokên Silêman 27:11)
-
1. Lawê minî hêja,
keça mine delal,
bila dinya alem
bibîne te zelal,
tu çi qas dilsoz î
li rêya rastiyê,
pir mezin e xîreta te
ji bo Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Bihîkmet bin, keç û lawên min,
bi dilxwazî xizmet bikin.
Ji dilê xwe pesnê min bidin,
dilê min her tim şa bikin.
-
2. Di xizmeta min de
dilxweş be roj bi roj.
Ji bîr neke ku
ez ba te me şev û roj.
Tu kes nikare
te ji min veqetîne.
Loma destê min
her tim qayîm bigire!
(DÎSGOTIN)
Bihîkmet bin, keç û lawên min,
bi dilxwazî xizmet bikin.
Ji dilê xwe pesnê min bidin,
dilê min her tim şa bikin.
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 6:5; Waiz 11:9; Îşa. 41:13)