KILAM 123
Guh Bide Rêberiya Xwedê
(1. Korîntî 14:33)
-
1. Li hemû welatan, em bi yekîtî
mizgîna Yehowa didin her kesî.
Gerek em vî îşî bi xîret bikin
û ji Yehowa re dilsoz bimînin.
(DÎSGOTIN)
Tim bi dilsozî û bi dilxwazî
em guh didin Xwedê.
Bi dilovanî û bi dilgermî
ew dide rêberiyê.
-
2. Xwedê hem bi saya xulamê dilsoz
hem jî bi destê hêza ruhê pîroz
rê nîşan dide û me diparêze.
Belê, Yehowa ji me pir hez dike!
(DÎSGOTIN)
Tim bi dilsozî û bi dilxwazî
em guh didin Xwedê.
Bi dilovanî û bi dilgermî
ew dide rêberiyê.
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 12:42; Îbr. 13:7, 17)