Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 113

Aştiya Me

Aştiya Me

(Yûhenna 14:27)

  1. 1. Aştiya rastîn tenê

    ji Yehowa tê.

    Şer û ceng wê biqedin

    bi destê Xwedê.

    Wî Kurê xwe kiriye

    Mîrê Aştiyê.

    Ewê aştiyê bîne

    li ser dinyayê.

  2. 2. Em hînî cengê nabin,

    em aştîhez in.

    Ji ber vê, me şûrên xwe

    kirine gîsin.

    Wek miyên Îsa Mesîh,

    em xîret dikin,

    da ku em vê aştiyê

    qet winda nekin.

  3. 3. Aştiya di nav me de

    rind îsbat dike

    ku Xwedayê aştiyê

    ji me razî ye.

    Gerek em sebat bikin

    li vê rêya xwe

    heta ku Padîşahî

    aştiyê bîne.

(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 46:9; Îşa. 2:4; Aqûb 3:17, 18)