Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 105

“Xwedê Hezkirin e”

“Xwedê Hezkirin e”

(1. Yûhenna 4:7, 8)

  1. 1. Yehowa me dawet dike

    ku em bibin mîna wî.

    Madem ku ew hezkirin e,

    nabe bê vî sifetî.

    Roj bi roj em jî dixwazin

    hez bikin mîna Xwedê.

    Qet rêyeke baştir tune

    ji rêya hezkirinê.

  2. 2. Hezkirin tim sebir dike,

    dilovaniyê dike.

    Hezkirin xwe mezin nake,

    çavnebariyê nake.

    Îsa Mesîh nîşan daye

    hezkirineke mezin.

    Tenê bi zimên çênabe,

    gerek em ya rast bikin.

  3. 3. Nekeve ber bayê Îblîs,

    ji nefretê bireve.

    Kînê ji dilê xwe derxe,

    mirovan efû bike.

    Li hemû warên jiyanê

    emrê Xwedê pêk bîne.

    Ji Xwedê û ji însanan

    bi dilgermî hez bike.

(Li van ayetan jî binêre: Mar. 12:30, 31; 1. Kor. 12:31–13:8; 1. Yûh. 3:23)