Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 101

Yekîtiyê Biparêze

Yekîtiyê Biparêze

(Efesî 4:3)

  1. 1. Gava em ji vê dinyayê

    hatin nav civata Xwedê,

    em bûn para malbata wî,

    hizûr ket vî dilî.

    Yekîtî şîrîn e,

    pir biqîmet e.

    Eger em guh bidin Xwedê,

    biparêzin yekîtiyê,

    emê dilê wî xweş bikin

    û serkeftî bibin.

  2. 2. Bimîne di aştiyê de,

    nazik be ji her kesî re.

    Dilovan û aştîhez be

    û qenciyê bike.

    Hevkarî pir xweş e,

    me dilşad dike.

    Bi saya hezkirina me,

    aştiya me wê daîm be.

    Biparêze yekîtiyê

    heta bi hetayê!

(Li van ayetan jî binêre: Mîka 2:12; Tsf. 3:9; 1. Kor. 1:10)