KILAM 10
Navê Xwedê Birûmet Bikin!
(Zebûr 145:12)
-
1. Şev û roj, bi dengê bilind
pesnê Rebê jorîn bidin!
Hişyar bin, guh bidin Xwedê,
êdî nêzîk e roja mezin.
Yehowa Kurê xwe wek Padîşah
li ser text daye rûniştin.
Gerek hemû însan li her derê
vê mizgînê bizanibin.
(DÎSGOTIN)
Şev û roj, bi dengê bilind
Rebê jorîn birûmet bikin!
-
2. Şev û roj, bi kilamên xweş
ji Yehowa re hemd bikin!
Hem ji dil, hem bi spasdarî
nav û dengê wî îlan bikin.
Şan û şohreta Xwedê mezin e,
dîsa jî ew pir dilnizm e.
Gava em ji dil gazî wî dikin,
ew bi dilrehmî guh dide.
(DÎSGOTIN)
Şev û roj, bi dengê bilind
Rebê jorîn birûmet bikin!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 89:27; 105:1; Yêr. 33:11)