Here Naverokê

Here naverokê

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?

Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?

Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku bila ew dua bikin ku Padîşahiya Xwedê bê. Wî dizanibû ku kul û derdên dinyayê ne ji Xwedê ne, û ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare van probleman safî bike. Gelo Padîşahiya Xwedê wê çi bike?

SERKEFTINÊN PADÎŞAHIYA XWEDÊ

Li meqaleya berê, me dîtibû ku nîşana ku Îsa Mesîh dabû, li ber çavê me tê cih. Pêkhatina vê nîşanê îsbat dike ku Padîşahiya Xwedê li ezmanan hatiye saz kirin, û Îsa Mesîh êdî bûye Padîşah.

Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku gava Îsa Mesîh bibe Padîşah, ewê Îblîs û cinên wî ji ezmanan bavêje. Ji ber ku ew hatine avêtin ser erdê, halê dinyayê ji sala 1914an û pê ve her ku diçe xerabtir dibe (Peyxam 12:7, 9).

Halê dinyayê her çi qas xerab e jî, Îsa Mesîh – ê ku niha Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye – alî însanan dike. Bi saya belavkirina mizgîna Padîşahiyê, gelek kes prensîpên Kitêba Pîroz hîn dibin û di jiyana xwe de pêk tînin (Îşaya 2:2-4). Bi milyonan kes hîn bûne ku gerek nêrîna wan a li ser mal û milk çawa be û ku ew çawa dikarin bextewariya malbata xwe zêde bikin. Bi ser de, tiştên bifeyde, yên ku ew niha hîn dibin, wan ji bo jiyana di bin Padîşahiya Xwedê de hazir dike.

DI DEMEKE NÊZIK DE, PADÎŞAHIYA XWEDÊ WÊ ÇI BIKE?

Rast e, Îsa Mesîh niha li ezmanan Padîşah e, lê dinya hê di destê hikûmetên însanan de ye. Lê belê, Xwedê ji Îsa Mesîh re wisa gotibû: “Di nav dijminên xwe de serweriyê bajo” (Zebûr 110:2). Di demeke nêzik de, Îsa Mesîh wê hemû dijminên xwe helak bike û kesên ku hazir in ku guhdariya Xwedê bikin, xelas bike.

Li wê demê, Padîşahiya Xwedê wê ...

  • dîn û baweriyên sexte helak bike: Kitêba Pîroz dînên sexte dişibîne ‘fahîşeyekê’. Dîn û baweriyên ku di heqê Xwedê de derewan belav dikin û barên giran datînin ser stûyê xelkê wê ji holê rabin. Gelek kes wê seba helakkirina van dîn û baweriyan şaşmayî bimînin (Peyxam 17:15, 16).

  • hikûmetên dinyayê ji holê rake: Padîşahiya Xwedê wê hemû hikumdariyên însanan biqedîne (Peyxam 19:15, 17, 18).

  • mirovên xerab tune bike: Gelo çi wê bê serê kesên ku dev ji xerabiyê bernadin û guhdariya Xwedê nakin? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yên xerab [wê] ji welêt bên ajotin” (Methelokên Silêman 2:22).

  • Îblîs û cinan ji holê rake: Îblîs û cinên wî wê êdî nikaribin ‘miletan bixapînin’ (Peyxam 20:3, 10).

Li wê demê, kesên ku Padîşahiya Xwedê qebûl dikin wê çi bereketan bistînin?

PADÎŞAHIYA XWEDÊ WÊ ÇI BEREKETAN BÎNE?

Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî, yên ku ji nav însanan tên hilbijartin, wê bereketên mezin bînin (Peyxam 5:9, 10; 14:1, 3). Îsa Mesîh wê daxwaza Xwedê li rûyê erdê bîne cih. Padîşahiya Xwedê wê ...

  • nexweşî û mirinê tune bike: “Yê ku li wir rûdine, dê nebêje: Ez nexweş im”, û “êdî mirin wê nebe” (Îşaya 33:24; Peyxam 21:4).

  • selamet û emniyeta rastîn bîne: “Selameta lawên te [wê] zehf be” û ‘her kes wê di bin mêwa xwe de û di bin dara xwe ya hêjîrê de rûne, û yê ku wan bitirsîne wê tune be’ (Îşaya 54:13; Mîka 4:4).

  • îşên kêfdar tedarek bike: “Hilbijartiyên min wê bi têra xwe ji keda destê xwe kêfê bistînin. Ewê badîhewa nexebitin” (Îşaya 65:22, 23, NWT).

  • problemên tebîetê safî bike: “Dê çol û cihê şorex kêfxweş bibin û beyar kêfxweş bibe û mîna nêrgizê dê bi çîçeg bibe” (Îşaya 35:1).

  • rêyî mirovan bide ku ew çawa dikarin heta bi hetayê bijîn: “Jiyana herheyî jî ev e: Ku ew te, tu Xwedayê bi tenê rast û Îsa Mesîhê ku te şandiye nas bikin” (Yûhenna 17:3).

Xwedê dixwaze ku tu jî van bereketan bistînî (Îşaya 48:18). Li meqaleya din, tuyê hîn bibî ku tu çawa dikarî van bereketan bi dest bixî.