Here Naverokê

Gelo Kîjan Dîn û Bawerî Rast e?

Gelo Kîjan Dîn û Bawerî Rast e?

Cewaba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîroz ferqa di nav xizmetkarên Xwedê û kesên din de wisa tarîf dike: “Hûnê wan ji berê wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin?” (Metta 7:16). Çawa ku tu dikarî ferqa di nav tirî û stiriyan de bi destê fêkiyên wan pê derxî, tu dikarî ferqa di nav dînê rast û dînê sexte de jî bi destê “berê wan”, yanî bi destê van xisûsiyetan pê derxî:

  1.   Dînê rast, ne felsefeya însanan, lê rastiya Kitêba Pîroz hîn dike (Yûhenna 4:24; 17:17). Mesela, ew rastiya li ser ruh û can û li ser hêviya jiyana herheyî ya li rûyê erdê hîn dike (Zebûr 37:29; Îşaya 35:5, 6; Hêzekîêl 18:4). Wekî din, dînê rast derewên dînên sexte îfşa dike (Metta 15:9; 23:27, 28).

  2.   Dînê rast alî mirovan dike ku ew Xwedê nas bikin. Ew hîn dike ku navê wî Yehowa ye (Zebûr 83:18; Îşaya 42:8; Yûhenna 17:3, 6). Dînê rast nabêje ku Xwedê ji me dûr e û xema me naxwe, lê ew dibêje ku Xwedê dixwaze ku em nêzîkî wî bin (Aqûb 4:8).

  3.   Dînê rast dibêje ku Îsa Mesîh ji aliyê Xwedê ve hatiye tayînkirin ku me xelas bike (Karên Şandiyan 4:10, 12). Kesên ku li gor dînê rast dijîn, guh didin emrên Îsa Mesîh û xîret dikin ku wî ji xwe re bikin emsal (Yûhenna 13:15; 15:14).

  4.   Dînê rast hîn dike ku tenê Padîşahiya Xwedê dikare halê dinyayê rast bike. Kesên ku di dînê rast de ne xebera xêrê ya vê Padîşahiyê bi xîret belav dikin (Metta 10:7; 24:14).

  5.   Dînê rast mirovan dehf dide ku ew ji her kesî hez bikin (Yûhenna 13:35). Ew mirovan hîn dike ku bila ew qedrê însanên ji her miletî bigirin û li hember însanên ji hemû nîjad, kok, ziman û kulturan dilgerm bin (Karên Şandiyan 10:34, 35). Kesên ku di dînê rast de ne ji însanan hez dikin û tev li şer û cengan nabin (Mîka 4:3; 1. Yûhenna 3:11, 12).

  6.   Dînê rast ji bo alimên dînî pere top nake û sernavên dînî danayne ser tu kesî (Metta 23:8-12; 1. Petrûs 5:2, 3).

  7.   Dînê rast ji aliyê siyasî ve bi temamî bêteref e (Yûhenna 17:16; 18:36). Kesên ku di dînê rast de ne, qedrê hukûmet û qanûnên welêt digirin, çimkî ew guh didin vî emrê Kitêba Pîroz: “Tiştên Qeyser bidin Qeyser [yanî dewletê], û tiştên Xwedê bidin Xwedê” (Marqos 12:17; Romayî 13:1, 2).

  8.   Dînê rast li ser temamiya jiyanê tesîr dike. Ew tenê ji urf û adetan pêk nayê. Kesên ku dînê rast qebûl dikin, xwe li standardên exlaqê yên Kitêba Pîroz digirin (Efesî 5:3-5; 1. Yûhenna 3:18). Dînê rast mirovan sert û dilsar nake, lê wan dilxweş dike, çimkî ew ji “Xwedayê dilşad” re xizmet dikin (1. Tîmotêyos 1:11, NWT).

  9.   Hejmara kesên ku dînê rast qebûl dikin hindik e (Metta 7:13, 14). Mirovên li derdorê gelek caran wan biçûk dibînin, qerfa xwe bi wan dikin yan zilmê li wan dikin ji ber ku ew daxwaza Xwedê pêk tînin (Metta 5:10-12).

Gelo bes e ku dînê min bi dîtina min rast be?

 Gelek kes dînê xwe li gor kêfa xwe hildibijêrin. Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku wext wê were ku mirov wê “nexwazin guhê xwe bidin hîndariya saxlem, lê ewê di cihê vê de li gor xwestekên xwe, ji xwe re gelek mamosteyan [yanî mamosteyên dînî] bicivînin” (2. Tîmotêyos 4:3). Lê belê, Kitêba Pîroz me dehf dide ku em dînê ku “li ba Bav Xwedê, … paqij û bêleke” ye qebûl bikin, her çi qas mirovên li derdora me vêya qebûl nekin jî (Aqûb 1:27; Yûhenna 15:18, 19).