Here Naverokê

KITÊBA PÎROZ JIYANÊ DIGUHERÎNE

Wan “Durekî Gelek Giranbiha Dît”

Wan “Durekî Gelek Giranbiha Dît”

 Îsa Mesîh hîn dikir ku Padîşahiya Xwedê wê hemû problemên mirovan safî bike (Metta 6:10). Di Metta 13:44-46 de wî du mîsal dabûn. Ev mîsal nîşan didin ku qîmeta rastiya li ser Padîşahiya Xwedê çi qas mezin e:

  •   Zilamekî ku li ser zeviyekê dişixulî xezîneyeke veşartî dît.

  •   Bazirganekî ku li durên spehî digeriya durekî gelek giranbiha dît.

 Her du zilam bi şahî çûn û hemû hebûna xwe firot, da ku xezîneya ku wan dît, bikirin. Wek van du zilamên di vê mîsalê de, îro jî mirov hene, yên ku pir qîmetê didin Padîşahiya Xwedê û fedakariyên mezin dikin ji bo ku bereketan bistînin (Lûqa 18:29, 30). Li vê vîdeoyê mêze bike û du mirovan nas bike, yên ku mîna van zilamên di mîsala Îsa Mesîh de hereket dikir.