Here Naverokê

Gelo Şahidên Yehowa Tev li Fealiyetên Dîn û Baweriyên Din Dibin?

Gelo Şahidên Yehowa Tev li Fealiyetên Dîn û Baweriyên Din Dibin?

 Şahidên Yehowa hez dikin ku bi mirovên ji hemû dîn û baweriyan re di heqê Xwedê de sohbetê bikin, lê ew bi wan re îbadetê nakin. Li gor Kitêba Pîroz, şagirtên Îsa Mesîh gerek di yekîtiyê de bin, yanî lazim e ku ew bi eynî tiştan bawer bikin (Efesî 4:16; 1. Korîntî 1:10; Filîpî 2:2). Loma, ne bes e ku em tenê qebûl bikin ku sifetên wek hezkirin, dilovanî û efûkarî muhîm in. Ji bo ku Xwedê îbadeta me qebûl bike, lazim e ku baweriya me li ser zanîna rast a Kitêba Pîroz bê avakirin (Romayî 10:2, 3).

 Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em tevî kesên ku baweriya wan ji ya me cuda ye “nekevin bin eynî nîrî”, çimkî ev yek dikare zerarê bide îmana me (2. Korîntî 6:14-17). Loma, Îsa Mesîh îzin nedida ku şagirtên wî bi kesên ji dîn û baweriyên din re îbadetê bikin (Metta 12:30; Yûhenna 14:6). Di demên berê de, qanûna ku Xwedê bi destê Mûsa pêxember dabû xizmetkarên xwe jî îzin nedida ku ew bi kesên ji dîn û baweriyên din re îbadetê bikin (2. Mûsa 34:11-14). Carekê, gava kesên pûtperest ji wan re alîkarî teklîf kir, wan ev yek red kir, da ku ew bi wan re nekevin îtifaqeke dînî (Esra 4:1-3).

Gelo Şahidên Yehowa bi Kesên ji Dîn û Baweriyên Din re Sohbetê Dikin?

 Belê. Mîna Pawlosê şandî, em jî dixwazin di xizmeta xwe de fikir û baweriyên “hê bêtir mirovan” fehm bikin (1. Korîntî 9:19-22). Gava em bi wan re sohbetê dikin, em xîret dikin ku “vê yekê bi nermî û hurmetê bikin” (1. Petrûs 3:15, 16).