Derbazî serecemê

Gelo Şedên Yehowa Ça Dinihêrin ser Standina Xwendinê?

Gelo Şedên Yehowa Ça Dinihêrin ser Standina Xwendinê?

Nihêrandina me derheqa standina xwendinê, ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz e. Her Şedê Yehowa guh dide îsafa xweye bi Kitêba Pîroze hînkirî, û safî dike ça wan prînsîpa bide xebatê. a

 Standina xwendinê ferz e

Gava meriv hîn dibe, ew “aqil û firasetê” distîne, û Kitêba Pîroz wan hunura gelek qîmet hesab dike (Metelok 2:10, 11; 3:21, 22). Xêncî vê yekê, Îsa gote şagirtên xwe ku bibine dersdar, wekî meriva temiyên wî hîn bikin (Metta 28:19, 20). Lema jî em bawermendên xwe hêlan dikin, ku haş ji gelek tişta hebin: xwendin û nivîsarê bizanibin, bikaribin fikirên xwe şirovekin b, û usa jî derheqa rêlîgiya û kûltûrên mayîn bizanibin (1 Korintî 9:20-22; 1 Tîmotêyo 4:13).

Gelek welatada serwêrên dewletê fem dikin ku çiqas ferz e meriv xwendî bin, lema jî dewa dikin ku zar eseyî xwendina mektebê bistînin. Em gura serwêrên dewletê dikin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne” (Romayî 13:1). Xêncî vê, em zarên xwe hêlan dikin ku xîret bin û mektebêda rind hîn bin, ne tenê seva atêstatê bistînin. c Xebera Xwedêda tê gotinê: “Çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva” (Kolosî 3:23).

Standina xwendinê alî me dike ebûra malbeta xwe bikin. Li gora Kitêba Pîroz, “heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e” (1 Tîmotêyo 5:8). Hînbûna mektebê dikare alî me bike, ku evê borcdariyê bînin sêrî. Ênsîklopêdiyekêda hate gotinê (The World Book Encyclopedia), nêta standina xwendinê ew e, ku meriv bikaribe pêşdaçûyî be û bibe xebatçîkî baş. Merivê xwendî û yê destpêşera hêsa ye xebatê xwera bivîne û ebûra malbeta xwe bike, ne ku wî merivîra, yê ku mekteb xilaz nekiriye û tu pêşe nestandiye (Metelok 22:29).

Dê-bav alî zarên xwe dikin, ne tenê aliyê matêrîalîda. Lê ewana usa jî wana hazir dikin, wekî xwexa serê xwe xwey kin, û ewana fem dikin ku bona vê yekê hînbûna mektebê gelek ferz e (2 Korintî 12:14). Em dê-bava hêlan dikin, ku zarên wan xwendinê bistînin, wî çaxî jî hergê welatê wanda ew yek peretî ye, çetin e xwendinê bistînin, yan jî kûltûra wanda ev yek edet nîne. d Em usa jî şîreta didine dê-bava, wekî ewana alî zarên xwe bikin ku rind hîn bin. e

 Gerekê nihêrandina me ser xwendinê rast be

Em ser bijartina xwendinê sivik nanihêrin. Kitêba Pîroz dibêje: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15). Em evê prînsîpê hildidin hesab, gava safî dikin paşî mektebê ku çi cûre xwendinê bistînin. Em usa jî hildidin hesabê ku bona vê yekê çiqas xerc lazim e, û usa jî kara vê hînbûnê. Besa xeberê, hergê kesek mektebêda xwendinê distîne, ew dikare wedekî kinda pêşekî bistîne.

Diha qîmet e ruhanîda xwendî bin. Zanebûna derheqa Xwedê dikare emirê meriv xilaz ke, lê ne xwendina mektebêda ne jî xwendina bilind, nikare vê yekê bide (Yûhenna 17:3). Ew usa jî meriva hînî nav-namûsiyê dike, û alî dike “rastîyê, qirarê, heqîyê ... û serda jî her şiverîyêd qenc” nav xweda pêşda bîne (Metelok 2:9). Pawlosê şandî xwendineke usa stand, ku em îro dikarin beramberî xwendina ûnîvêrsîtêtê bikin. Lê yeke bona wî zanebûna derheqa Îsa Mesîh diha qîmet bû (Fîlîpî 3:8; Karên Şandiya 22:3). Îro jî gelek Şedên Yehowa yên ku xwendina bilind standine, xwendina ruhanî diha qîmet dikin. f

Hînbûna Kitêba Pîroz meriva hînî nav-namûsiyê û prînsîpên rast dike

 Standina xwendina bilind dikare ziyanê bide

Metelokeke Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Şedên Yehowa zanin, wekî hine ûnîvêrsîtêtada halekî usa ye, ku dikare aliyê namûsiyêda û ruhanîda zirarê bide stûdênta. Lema jî, hine Şedên Yehowa safî kirine, ku xwe û zarên xwe nekine bin vê xofê. Ewana difikirin ku hine ûnîvêsîtêtada nihêrandinên nerast ser stûdêntava dikin. Mesele yên usa:

  • Xalifandin: Pʹere meriva bextewar dikin û xwey dikin

    Gelek meriv difikirin ku xwendina bilind eseyî ye, wekî xebateke baş bivînin û perê qalim qazanc kin. Lema jî gelek cahil tenê bona vê yekê xwendina bilind distînin, wekî axiriyêda bi emirekî dewlemend bijîn. Hinek difikirin ku pere wê wana bextewar ke û xwey ke, lê Kitêba Pîroz tevî vê yekê qayîl nîne (Waîz 5:10). Kitêba Pîroz hela hê jî dibêje ku “pereh′izî kanîke her cûre xirabiyê ye” (1 Tîmotêyo 6:10). Şedên Yehowa naxwazin bikevine telika “derewêd dewletiyê” (Metta 13:22).

  • Xalifandin: Meriv gerekê navdar be, û bê xwendina bilind ew yek nabe

    Dîna xwe bidin ku prêmyêr-mînîstrê berê yê Gurcistanê, Nîka Gîlaûrî çi got derheqa nihêrandina meriva ser xwendina bilind, welatê xweda: “Gurcistanêda, heger meriv dixwaze navdar be û xweyîqedir be, eseyî ye dîploma wîye ûnîvêrsîtêtê hebe. ... [Berê] cahilên ku xwendina bilind nedistandin, navê malbeta xwe dêxistin”. g Lê Kitêba Pîroz mera şîretê dide ku vê dinyayêda nav û dengê xwe negerin. Îsa serwêrên rêlîgiyayêra yên ku pey nav û dengê xwe diketin, got: “Hûnê çawa bikaribin min bawer bikin, heger hûn nav hevda rûmeta navê xwe digerin?” (Yûhenna 5:44) Nihêrandin û fikirên ku ûnîvêrsîtêdêda belabûyî ne, dikarin hiş-aqilê meriva biguhêzin û berbi qurebûnê bivin, çi ku ber çevê Xwedê reş e (Metelok 6:16, 17; 1 Petrûs 5:5).

  • Xalifandin: Îzna her kesî heye ku xwexa safî ke çi qenc e û çi xirab e

    Şedên Yehowa derheqa qenciyê û xirabiyê nihêrandina Xwedê hildidin hesab (Îşaya 5:20). Jûrnalekêda, ya ku derheqa narkotîka şirovedikir dihate gotinê, ku şagirt dikevine ber bayê cahilên din û “safîkirinên usa dikin ku himberî nihêrandina wane ya ser qenciyê û xirabiyê ye”. h Lema jî Kitêba Pîroz dibêje: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korintî 15:33). Ûnîvêrsîtêtada kirên usa belabûyî ne û hela hê jî hêlanê didine cahila van tişta bikin, çi ku ber çevê Xwedê reş in, mesele gelek îçkevexwarin, xebitandina narkotîka û bênamûsî (1 Korintî 6:9, 10; 2 Korintî 7:1).

  • Xalifandin: Xwendina bilind alî dike ku dinya aliyê başda biguhêzin

    Rast e gelek merivên ku dixwazin xwendina bilind bistînin, nêta wan ne ew e ku dewletî bin, bibine merivên navdeng, û kêfa xwera bijîn. Lê nêta wan ew e ku xwe û dinya, aliyê başda biguhêzin. Şedên Yehowa ser vê yekê bi cûrekî mayîn dinihêrin. Mîna Îsa Mesîh, em bawer dikin ku tenê Padşatiya Xwedê dikare dinê aliyê başda biguhêze (Metta 6:9, 10). Lê heta em hîviya Padşatiya Xwedê ne, ku van problêmên dinyayê safî ke, em betal rûneniştine. Dewsê, em çev didine Îsa ku “Mizgîniya Padşatiyê” li nav temamiya dinyayê bela dikin, û her sal alî bi hezara meriva dikin emrê xwe aliyê başda biguhêzin i (Metta 24:14).

a Şedên Yehowayî cahil, yên ku tevî dê-bavên xwe dijîn, gerekê derheqa standina xwendinê xwestina dê-bavê xwe hildin hesab, heger xwestina wan miqabilî qanûnên Xwedê naçe (Kolosî 3:20).

b Bona vê nêtê, me 11 mîlyon edebyet derxistin ku meriva hînî xwendinê kin, mesele broşûra bi navê “Xwendin û Nivîsarê Hîn be”. Û em usa jî bêpere kûrsên xwendinê derbaz dikin, ku ser 120 zimana têne derbaz kirinê. Ji sala 2003 heta sala 2017, me 70 000 meriv ser temamiya dinyayê, hînî xwendin û nivîsarê kirin.

c Binihêrin gotar bi navê “Gelo Lazim e Ez ji Mektebê Derêm?

d Mesele, em dê-bava hêlan dikin ne tenê kura bişînin mektebê, lê qîza jî. “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Adarê, sala 2003, binihêre gotar bi navê “Lazim e Zara Min Here Mektebê?”.

f Li jw.org-da binihêrin “Nihêrandin Derheqa Destpêka Jîyînê”.

g Practical Economics: Economic Transformation and Government Reform in Georgia 2004​—2012, page 170.

h Journal of Alcohol and Drug Education, Volume 61, No. 1, April 2017, page 72.

i Li jw.org-da binihêrin par bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”, kîderê ku hûnê pêbihesin derheqa serhatiyên wan meriva, yên ku bi saya qewata Xebera Xwedê û mizgîniya Padşatiyê emrê xwe guhastine.