Derbazî serecemê

Elametiyêd Fermî

Elametiyêd Fermî

Mafê Telîfê

© 2014 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania, Inc. Hemû îzin têne xweykirinê.

Ev malper hate sazkirinê û xweykirinê bi Watchtower Bible and Tract Society of New York, Inc. (“Watchtower”). Hergê bi cûrekî din neyê kifşkirinê, dêmek têkst pêda û elametiyêd din di malperêda, heye milkê întêlêktûalê ya Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania.

Nîşanêd Tucaretiyê

Bi navê Adobe û Acrobat, dîsa bi logotîpa van nava, tê xebitandinê ça nîşanêd tucaretiyê ya kompaniya Adobe Systems Incorporated. iTunes û iPod ev hene nîşanêd tucaretiyê ya kompaniya Apple Inc. Hemû nîşanêd tucaretiyêye dinê û nîşanêd tucaretiyêye qanûnkirî, hene milkê kompaniya wek wê.

Qeydê Xebitandinê û Lîtsênsya Xebitandina vê Malperê

Ev qeydê xebitandinê rêberiyê didine te bona xebitandina vê malperê. Çaxê tu didî xebatê evê malperê, ev tê hesabê ku tu bi temamî qayîl î tevî Qeydê xebitandina vê malperê. Hergê tu qayîl nînî tevî hemû Qeydê xebitandinê yan pareke vê, tu gerekê nedî xebatê evê malperê.

Çi tê hesabê bikaranîna rast? Bikarhênerêd malperê, ji vê malperê dikarin elametiya fermî xwera bidine kişandinê. Mesele şikil, edebyetêd elektronîk, miqam, têkst û vîdêo. Lê ev elametî, ewana tenê seva xwe dikarin bikişînin, ne ku seva tucaretiyê. Çi ku îzin tune bikin, jêrê tê şirovekirinê:

  • Îzin tune ji vê malperê elametî yan tiştêd din bidine kişandinê û li ser malperêd din daynin (Ne li ser rûpêlêd belakirinê, ne li ser malperêd sosîalî û ne jî li ser tu malpereke din);

  • Îzin tune tiştekî ji vê malperê bidin xebatê bona bernamekê;

  • Îzin tune binivîsin û bela kin, û ne jî bifroşin, (hela hê wî çaxî jî çaxê karê ji vê yekê nastînin). Usa jî bi saya bernamekî (statîk yan dînamîk) belakirina tiştekî ku girêdayî ye vê malperêva;

  • Îzin tune bikevin vê malperê, seva ku çêbikin û bela kin şifrê sereke yan mêtodê, bi saya kîjanî ku înformasyon tê topkirinê (usa jî tê undakirinê, yan hildanê û topkirinê);

  • Îzin tune evê malperê yan jî fûnksyêd wê, nerast bidin xebatê. Dêmek xirab kin hine fûnksiyêd wê;

  • Îzin tune evê malperê usa bidin xebatê ku zîyanê bidinê, yan jî usa bikin ku ew îda nerast bixebite; Tiştêd bêqanûnî bikin û zîyanê bidinê;

  • Îzin tune bidin xebatê bona tu nêtêd markêtîngêva girêdayî.

Dijberî Qeydê Xebitandinê Çûyîn

Hergê hûn dijberin qeydê xebitandinê herin, îzina Civaka Birca Qerewiliyê heye, ku wedelû yan bona timê qedexe kin bikaranîna te vê malperê. Usa jî wê bi IP şifrê kompotera te, ketina te ser vê malperê bê dadanê. Îzina wan heye têklî bin tevî provaîdera teye înternêtê û bixwezin ku ewana îzin ji te bistînin ku tu ewê malperê nedî xebatê. Îzina Civaka Birca Qerewiliyê heye ku dijberî we bide xebatê qewata dîvankirinê.

Guhastin

Civaka Birca Qerewiliyê, carna dikare qeydê xebitandinê biguhêze. Ew guhastin wê bikevine qewatê hema wê rojê çaxê ew guhastin ser malperê wê bêne danînê. Ji kerema xwe her car qeydê xebitandinê binihêrin, seva ku hûn îzbat bin ku hûn haş ji guhastinêd teze hene.

Qanûn û Yûrîsdîksîa

Ev qeydê xebitandinê hate çêkirinê ser hîmê qanûnêd Amêrîkayê, nehiya Niyû-York, û ev dijberî tu qanûnêd nehiya Niyû-Yorkê naçe. Her îşekî qanûnî (yûrîsdîksî) wê bê dîwankirinê bi dîwana nehiya Niyû-Yorkê ya Amêrîkayê.

Cabdarî

Hergê dîwaneke layîq, evê peymana qeydê xebitandinê bide hesabkirinê ça neqanûnî yan nebiqewat, peymanêd din yeke wê qewatêda bin. Wî çaxî hergê civaka Birca Qerewiliyê ewê peymanê xwexa jî nede xebatê, jêra wê neyê hesabê ku ew înkar dike bide xebatê wê peymanê, yan jî ku jêra îzin tune qeydêd xebitandinêd usa saz bike.

Peyman

Ew qeydê xebitandinê tê hesabê peymana orta we û civaka Birca Qerewiliyê. Yê ku girêdayî ye tevî wê qeydê xebitandinê, yan jî tevî qeydê xebitandinê ya berê.