Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Kitêba Pîroz Çawa Dikare Alî Me Bike Wedê Teşqelên Tebiyetê?

Gelo Kitêba Pîroz Çawa Dikare Alî Me Bike Wedê Teşqelên Tebiyetê?

 Dibe ku tu yek ji wan mîlyona meriva yî, ku ji teşqelên tebyetê ziyan standine. Teşqelên tebyetê cûre-cûre ne û ew ziyana mezin didin. Bayê mezin û sêlav, ji bo firtone, tayfûnê û tornadoyê radibin. Ji bo barana qayîm, çiya jorda tên, ji bo bobelîskê jî birûsk lêdixe, çi ku dibe sebebê şewitandina mêşe. Zihayî, hewa zef germ û bagera berfê jî gelek ziyanê didin.

 Gelek ciyada teşqelên tebyetê zef zêde bûne û ziyana mezin didin. Fêdêrasiya Hemdinyayêye Xaça Sor û Teşkîleta Hîva Nîviye Sor usa dibêje: “Hejmara merivên ku ji teşqelên tebyetê zirar standine, çiqas diçe zêde dibe, çimkî lêyî û firtone radibin, usa jî têmpêratûra germaya hewê jî zef bilind dibe. Ji bo vê yekê her sal gelek meriv dimirin, yên din nikarin ebûra xwe bikin, lê bi mîlyona meriv mal-hebûka xwe unda dikin”.

 Ji bo wan qewimandina meriv ne ku tenê ziyana fîzîkî distînin, lê usa jî ziyana êmosiyalî. Ewana diçerçirin, çimkî mal-halê xwe û hela hê merivên xweyî nêzîk jî unda dikin.

 Hergê te jî ziyan standiye ji bo teşqelên tebyetê, Kitêba Pîroz dikare alî te bike teyax kî. Ew berdiliyê, hêviyê, û şîretên kêrhatî dide, kîjan ku alî bêhesab merivên ziyanketî kiriye (Romayî 15:4). Ew usa jî caba pirsên ferz dide, yên ku gelek meriya diçerçirînin: “Çima Xwedê dihêle ku ew tişt biqewimin? Gelo ew me ceza dike?”

Teşqelên tebyetê cezakirina ji Xwedê nînin

 Kitêba Pîroz hîn dike, wekî sebebê wan qeziya, ku têne serê meriya, Xwedê nîne. Ew me dide bawerkirinê, wekî “Xwedê xirabiyada nayê cêribandinê û ne jî yekî dicêribîne” (Aqûb 1:13). Ev tê hesabê wekî Ew sebebê teşqelên tebyetê nîne, kîjan ku îro diqewimin.

 Kitêba Pîrozda hene qewimandin, ku berê Xwedê bi saya qewata tebyetê merivên zulm ceza dikir. Lê ew qewimandin gelek cude dibin ji teşqelên tebyetêye îroyîn, kîjan ku nişkêva diqewimin û ziyanê didine him merivên baş, him jî yên xirab. Ji qewimandinên ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, tê kifşê wekî Xwedê merivên dilsax timê diparast û pêşda merivara elam dikir ku wê çi bê serê wan û meniya kirên xwe jî şirovedikir. Mesele, wedê Nuhda, Xwedê wîra şirovekir, ku çima dixwaze ser temamiya dinyayê Sêlavê rake, û him jî Ewî Nuh û malbeta wî ji Sêlavê xilaz kirin (Destpêbûn 6:13; 2 Petrûs 2:5).

 Seva ku hê zêde pêbihesî, ku çima em dikarin bêjin, wekî teşqelên tebyetêye îroyîn cezakirina ji Xwedê nînin, binihêre gotar, “Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Teşqelên Tebyetê?

Xwedê xem dike bona merivên ku ji bo teşqelên tebyetê ziyan standine

 Kitêba Pîroz eyan dike, wekî Yehowa a Xwedê bi hizkirin û dilremiyê tije ye. Dîna xwe bide van du rêzên Kitêba Pîroz, yên ku berdiliyê didin.

  •   Îşaya 63:9, ÎM: “Tevaya tengasiya wanda ew [Xwedê] eciz bû”.

     Ev çi tê hesabê: Dilê Yehowa dişewite, gava çerçirandina meriya divîne.

  •   1 Petrûs 5:7: “Ew bona we xem dike”.

     Ev çi tê hesabê: Yehowa bona halxweşiya we xem dike.

 Hizkirin û dilremiya Yehowa wî hêlan dikin, ku tiştekî bona me bike. Ew bi saya Kitêba Pîroz berdiliyê û şîretên kêrhatî dide me, û me dide bawerkirinê, ku teşqelên tebiyetê zûtirekê wê îda tune bin (2 Korintî 1:3, 4).

Teşqelên tebyetê wê îda tune bin

 Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Yehowa soz dide, ku wê “hêviyê û axiriya baş” bide meriya (Yêremya 29:11, DT). Ew ne ku dixwaze ku meriv ji teşqelên tebyetê bitirsin, lê cinetêda ser erdê bijîn û ji jîyînê lezetê bistînin (Destpêbûn 1:28; 2:15; Îşaya 32:18).

 Xwedê wê bi saya Padşatiya xweye ezmanî, serwêrê kîjanî ku Îsa ye, sozê xwe bîne sêrî (Metta 6:10). Bîlanî û qewata Îsa heye, seva ku teşqelên tebyetê bide hildanê. Çaxê ew ser erdê bû, ewî da kifşê, ku dikare qewata tebyetê kontrol ke (Marqos 4:37-41). Îsa wê bi serwaxtiyê û bîlaniyê padşatiyê bike. Ew wê meriya hîn ke, ku xweyîtiyê erdê bikin û ziyanê nedinê (Îşaya 11:2). Bin serwêrtiya Îsa, meriv tu car wê ji bo teşqelên tebyetê neçerçirin.

 Dibe ku tu bixwazî pêbihesî: “Îsa wê çi çax qewata tebyetê bike bin kontrola xwe?” Caba vê pirsê tu dikarî bivînî vê gotarêda, “Padşatiya Xwedê wê Çi Çax li ser Erdêra Serwêrtiyê Bike?

Em çi dikarin niha bikin?

 Şîretên Kitêba Pîroz dikarin pêşiya, wedê û paşî teşqelên tebiyetê alî we bikin.

  •   Pêşiya teşqela: Hazir bin ku derbêra tiştekî bikin.

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike,lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 22:3).

     Ev çi tê hesabê: Pêbihese ku mihala weda çi qezî dikare biqewime, seva ku derbêra tiştekî bikî û malbeta xwe biparêzî.

     Serhatî: “Wê rojê gava ji bo şewitandina mêşe em gerekê ji mal bireviyana, em îda hazir bûn. Me pêşda çentên xweye revê hazir kiribû. Me derman û kinc kiribû çentê xwe. Merivên der-dorê me ecêbmayî û tirsêda bûn, wanara çetin bû fem bikin çi bikin û çi tevî xwe hildin. Lê cem me hemû tiştên lazim îda hebûn. Ez şa me ku me xwe pêşda hazir kiribû”.—Tamara, Kalîfornya, Dewletên Yekbûyî.

  •   Wedê teşqela: Dîna xwe bide tiştên ferz.

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne” (Lûqa 12:15).

     Ev çi tê hesabê: Emir ji hebûkê ferztir e.

     Serhatî: “Çaxê Tayfûna Lawîn b mala me hûrdexweşî kir, min derbêra fem nekir çi bikim. Lê hebû tiştek, çi ku min bîr nekiribû. Min Yehowa Xwedêra bi dil dua kir. Hingê min fem kir, wekî me tenê tiştên matêriyalî unda kir. Ya lape ferz ew bû, ku em sax man”.—Lêslî, Fîlîpîn.

  •   Paşî teşqela: Xemên xweye sibê, sibehêra bihêle.

     Kitêba Pîroz çi dibêje: “Îdî bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemên rojê besî wê ne” (Metta 6:34).

     Ev çi tê hesabê: Zef berxwe nekeve derheqa problêmên ku dikarin axiriyêda biqewimin.

     Serhatî: “Paşî Firtona Îrma, mala me bi avê tije bû. Gelek tişt hebûn, ku min gerekê safî kira û bo vê yekê ez ketime strêsê. Hingê min şîreta Kitêba Pîroz anî sêrî wekî xemên xweye sibê, sibêra bihêlim. Û min fem kir wekî bi alîkariya Yehowa ez hê zêde tişt dikarim bikim”.—Sêlî, Florîda, Dewletên Yekbûyî.

 Seva ku hê zêde şîretên kêrhatî bivînî, binihêre gotar, “Wedê Teşqelên Tebyetê—Gavên ku Dikarin Emirê We Xilaz kin”.

a Yehova, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

b Usa jî eyan e ça Tayfûn Hayma.