Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çi Bikin seva ku Xemgîn Nebin

Çi Bikin seva ku Xemgîn Nebin

 Xemgîniya bi zêdeyî dikare aliyê fîzîkî û êmosiyalîda, me qidûm biêxe. Xemgîniya usa dikare me berbi problêmên diha mezin bive, ne ku derheqa çi me sêrîda berxwe diket.

Şîretên ku dikarin alî me bikin bi zêdeyî xemgîn nebin

  •  Derheqa înformasiya nêgatîv kêm pêbihese. Eseyî nîne ku tu her tişt hûr bi hûr bizanibî. Hergê tu înformasiya nêgatîv bi zêdeyî pêdihesî, ev yek xemgîniya te wê diha zêde ke.

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22).

     “Hêsa ye înformasiya nêgatîvva ku deng-besada gilî dikin, bêy girêdanê. Lê ev xeyseteke xirab e. Çaxê min safî kir nûçeya kêm binihêrim, xemgîniya min jî kêm bû” (Con).

     Bifikire: Gelo wera bi rastî lazim e, ku timê deng-besa binihêrin?

  •  Xwe li grafîkê bigire. Bixebite wekî wededa hişyar bî, nan bixwî, şixulê malê bikî û wededa bikevî nav-ciya. Hergê grafîka te hebe û tuyê pêşda bizanibî ku çi û kengê bikî, hingê jîyîna te wê diha rihet be û xemgîniya te jî kêm be.

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5).

     “Çaxê pandemiya COVID-19 destpêbû, min qet xwe li grafîkê nedigirt û gelek wede badîhewa ser wedederbazkirina xerc dikir. Min dixwest wedê xwe diha kêrhatî û bi bîlaniyê derbaz kim, lema jî min xwera grafîk çêkir, ku her roj çi şixula ez gerekê bikim” (Cozêf).

     Bifikire: Gelo te grafîkeke usa xwera çêkiriye ku çaxê tu xwe li vê digirî, tu xwe diha baş û bextewar texmîn dikî?

  •  Dîna xwe bide tiştên pozîtîv. Hergê tu berxwe dikevî bona tiştên ku te berê kiribû û difikirî ku axiriyêda wê tiştên xirab biqewimin, usa tuyê diha xemgîn bî. Dewsê, bifikire derheqa hema du yan sê tişta, bona çi tu şêkirdar î.

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Şêkirdar bin” (Kolosî 3:15).

     “Xwendina Kitêba Pîroz alî min dike ji înformasiya nêgatîv xwe dûr bigirim û dîna xwe bidime tiştên pozîtîv. Ev mêtod gelek hêsa tê kifşê, lê ev yek bi rastî kêrhatî ye!” (Lîza)

     Bifikire: Diqewime te xwera kiriye xeyset, wekî derheqa tiştên nêgatîv ku jîyîna teda diqewimin, bifikirî û dîna xwe nadî tiştên pozîtîv?

  •  Derheqa meriva bifikire. Gava tu xemgîn î, ji bo derdê xwe hêsa ye xwe ji meriva dûr bigirî. Lê dewsa wê yekê, bifikire ku ça tu dikarî alî wan meriva bikî, kîjan ku hewcê alîkariyê ne.

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).

     “Çaxê ez alî meriva dikim, ez xwe diha bextewar texmîn dikim. Gava ez divînim ku min dilê wan şa kir, dilê min jî bi şabûnê tije dibe û kêm xemgîn dibim. Bi rastî, wedê min jî namîne ku berxwe kevim” (Marîa).

     Bifikire: Gelo ji merivên ku tu nas dikî, hene yên usa kîjan ku hewcê alîkariyê ne? Hergê belê, bifikire ku tu ça dikarî alî wan bikî.

  •  Miqatî sihet-qewata xwe be. Çiqas lazim e sportêva mijûl be û hêsa be. Xwarina kêrhatî bixwe. Hergê tu pey sihet-qewata xwe dinihêrî, ev yek wê alî te bike nihêrandina pozîtîv xweyî kî û zef berxwe nekevî.

     Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê” (1 Tîmotêyo 4:8).

     “Ez û kurê min nikarin herin cîkî ku sportêva mijûl bin, lema jî me xwera kiriye xeyset ku her roj malda sportêva mijûl bin. Ev yek alî me dike xwe baş texmîn kin û hindava hevda diha heyf û bi sebir bin” (Katêrîna).

     Bifikire: Diqewime tera lazime xeysetên xweye hindava xwarinê û sportê biguhêzî wekî diha sihet-qewat bî?

 Gelek meriv ku wan şîreta emirê xweda dane xebatê, karibûn xemgîniyê kêm kin. Lê usa jî ewana dilrihet bûn gava ji Kitêba Pîroz derheqa axiriya baş pêhesiyan. Binihêrin gotar “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?