Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Anton Petrus/Moment via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Şerê Hemdinyayê wê Destpêbe?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Şerê Hemdinyayê wê Destpêbe?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Nava 30 salên paşwextiyê, gelek meriv difikirîn ku heleqetiya orta cûre-cûre welata baş e û diha baş dibe. Lê nihêrandina vî cûreyî li gora qewimandinên paşin hate guhastinê.

  •   “Meriv ber xwe dikevin ku şerê Gazayêda wê hukum ke ser herêmên din, çimkî Îsraêl tevî Hezbolah destpêkir ser sînora Lubnan şer bike”—Reuters, 6 Çileyê, sala 2024.

  •   “Bona welatên roavayê xofeke mezin pêşda hat, çimkî Îran çekên navokî (atomê) destpêkir saz ke û komên ku bin destê Îranêda nin, hicûmî ser cûre-cûre têrîtoriya dikin. Serda jî, Rûsya û Çîna piştgiriya Îranê dikin”—The New York Times, 7 Çileyê, sala 2024.

  •   “Rûsya berdewam dike hicûmî ser Ûkraînayê bike û ziyaneke mezin bide wê”—UN News, 11 Çileyê, sala 2024.

  •   “Êkonomîka û eskerên Çînayê zêde dibin, nasîonalîzm Teywanêda bela dibe û heleqetiya Çînayê tevî Dewletên Yekbûyî xirab dibe, ji bo vê yekê şer hêsa dikare pêşda bê”—The Japan Times, 9 Çileyê, sala 2024.

 Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa derecên ku îro dinyayêda diqewimin? Gelo ew yek wê şerê hemdinyayê pêşda bîne?

Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê derheqa qewimandinên paşwextiyê

 Kitêba Pîrozda nayê pêxembertîkirinê derheqa şerê konkrêt, yên ku em îro ber çevê xwe divînin. Lê têda hatibû pêxembertîkirinê derheqa şerê mezin, ya ku nîşana rojên meye û “edilayiyê ji dinyayê” hildide (Eyantî 6:4).

 Kitêba Daniyêlda hatibû pêxembertîkirinê ku “di dema dawîda” serwêrên hemdinyayê wê bona serîtiyê “şer” bikin, wekî ciyê herî bilind bigirin. Ji bo şerê xwe, wanra vê ordiya qewî û mezin lazim be û usa jî ewana wê gelek “xiznên” xwe, dêmek gelek pera xerc kin (Daniyêl 11:40, 42, 43).

Şerê ku wê zûtirekê biqewime

 Kitêba Pîrozda tê gotinê ku halê dinyayê, pêşiyê wê aliyê xirabda here, lê paşê aliyê başda. Îsa pêxembertî kiribû ku “wê tengasiya mezin be, ya ku ji destpêka dinyayê heta niha nebûye” (Metta 24:21). “Tengasiya mezin” wê berbi şerê Harmegedonê bibe, ya ku tê şirovekirinê ça “Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” (Eyantî 16:14, 16).

 Lê şerê Harmegedonêda însanet wê xilaz be, ne ku bê qirkirinê. Bi saya vî şerî, Xwedê wê hemû serwêrtiyên meriva bide hildanê, bi saya kîjana gelek şer pêşda tên. Seva hê zêde pêbihesin ku çawa şerê Harmegedonê wê pey xwera edilayê bîne, wan gotara bixûnin: