Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Normên ji Kitêba Pîroz Derheqa Qenciyê û Xirabiyê Îro Kêrhatî ne?

Gelo Normên ji Kitêba Pîroz Derheqa Qenciyê û Xirabiyê Îro Kêrhatî ne?

 Gelek meriv, hela hê ewên ku dibêjin wekî ewana Mesîhî ne, difikirin ku normên ji Kitêba Pîroz derheqa sêksê û zewacê, kevin bûne. Gelek dêr li gora nihêrandina heçî zef meriva hînkirinên xwe guhastine. Gelo normên ji Kitêba Pîroz derheqa qenciyê û xirabiyê îro kêrhatî ne? Belê. Ji vê gotarê emê pêbihesin, wekî ji ku em evê yekê zanin.

Meriv hewcê normên Xwedê ne

 Meriv usa hatine efirandinê, ku wanara rêberî ji Efirandarê wan lazim e. Kitêba Pîroz dibêje: “Gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşeda ye” (Yêremiya 10:23). Yehowa a Xwedê em usa efirandine, ku em dikarin safîkirina bikin, lê ewî îzin nedaye me ku normên qenciyê û xirabiyê daynin. Ew dixwaze ku vê pirsêda meriv îtbariya xwe Wî bînin (Metelok 3:5).

 Normên Xwedêye derheqa nav-namûsiyê Kitêba Pîrozda nivîsar in. Werên dîna xwe bidin du meniya, ku îzbat dikin wekî normên Xwedê kêrhatî ne.

  •   Xwedê em efirandine (Zebûr 100:3). Efirandarê me Yehowa Xwedê rind zane çi mera lazim e, seva ku bextewar bin û aliyê fîzîkî û êmosiyalîda sihet-qewat bin. Ew usa jî zane, ku çi axirî wê pey xwe bîne, hergê em normên wî pişt guhê xweva bavêjin (Galatî 6:7). Him jî Yehowa qenciya me dixwaze. Ji Kitêba Pîroz Ew mera dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Îşaya 48:17, DT).

  •   Xwestinên me dikarin me bixalifînin. Gelek meriv difikirin ku ewana dikarin pey xwestinên dilê xwe herin û xwexa safî kin, ku çi ye qencî û xirabî. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî “dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e” (Yêremya 17:9). Hergê dilê me bi bîlaniya Xwedê nayê rêberîkirinê, ew dikare me berbi kirên usa hêlan ke, ji bo çî jî emê paşê poşman bin (Metelok 28:26; Waîz 10:2).

Gelo îzina serwêrên rêlîgî heye, ku normên Kitêba Pîroz pişt guhê xweva bavêjin?

 Na! Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê rastî derheqa Xwedê û ku ew dixwaze wekî rabûn-rûniştina me çi cûreyî be (1 Korintî 6:9-11; Galatî 5:19-23). Û ew dixwaze ku meriv wan tişta bizanibin (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Lema jî xizmetkarên Xwedê gerekê ewê yekê hîn kin, çi ku Xebera Xwedêda nivîsar e (Tîto 1:7-9).

 Ewên ku naxwazin li gora normên Xwedê derheqa nav-namûsiyê bijîn, serwêrên rêlîgîye usa digerin, kîjan ku “tiştên li guhê wan xweş tê”, wê bêjine wan (2 Tîmotêyo 4:3). Derheqa merivên usa Kitêba Pîroz dibêje: “Wey li wan kesa ku ji ya xirabra qenc, ji ya qencra xirab dibêjin” (Îşaya 5:20, ÎM). Dêmek, ça tê kifşê Xwedê wê ceza ke serwêrên rêlîgî, yên ku normên Xwedêye derheqa qenciyê û xirabiyê, meriva hîn nakin.

Gelo normên Kitêba Pîroz berbi nefretiyê hêlan dikin?

 Na. Ewên ku dixwazin dilê Xwedê xweş bên, çev didine mesela Îsa Mesîh û li gora hînkirinên wî dijîn. Ewî peyçûyên xwe hîn dikir, ku meriva sûcdar nekin, hemûya hiz bikin û qedirê wan bigirin (Metta 5:43, 44; 7:1).

 Ewên ku çev didine Îsa, gerekê jîyîna xweda xwe li normên Xwedê bigirin. Usa jî ewana gerekê fem bikin û qebûl kin, ku îzina meriya heye xwexa safî kin, ku xwe li kîjan nihêrandinê bigirin (Metta 10:14). Îsa îzin nedida peyçûyên xwe, wekî bi saya polîtîkayê yan cûrekî mayîn, meriva zorê bikin, ku li gora normên Xwedê bijîn (Yûhenna 17:14, 16; 18:36).

Normên Xwedêye nav-namûsiyê çi karê tînin?

 Ewên ku her tiştî dikin, wekî li gora normên Xwedê bijîn, ewana him niha, him jî axiriyêda karê bistînin (Zebûr 19:8, 11). Dikeve nava vê yekê:

a Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 83:18).