Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 19

Şîva Xudan

Şîva Xudan

(Metta 26:26-30)

  1. 1. Bavê ser ezmana Yehowa,

    Êvara pîroz destpêbû.

    Hizkirin, bîlanî û qewat, rûmetî,

    Te kifş kir çardê Nîsanî.

    Û çaxê Îsraêl aza bû,

    Berx hate qurbankirinê.

    Gelek sal derbaz bû ça pêşda gotî bû,

    Çawa qurban Îsa berva bû.

  2. 2. Nan û şerav bîra me tînin,

    Çiqas qîmet bû ew qurban.

    Îsa ber mirinê xwey dikir aminiyê,

    Gunê me temam afû kir.

    Çimkî ji Xwedê em razî ne;

    Were em bînin bîra xwe

    Ça ewî bi Îsa aza kir me ji guna

    Emrê heta-heta mera da.

  3. 3. Niha em ber te disekinin,

    Çimkî te me teglîf kirye.

    Te Îsa qurban kir, Hizkirin nîşan kir,

    Navê te her gav bilind kin.

    Em dilê xweda her gav xwey kin,

    Evê Êvara Bîranîn.

    Hergê ser rya Îsa em her gav bigerin,

    Emrê heta-heta bistînin.

(Usa jî binihêre Lûqa 22:14-20; 1 Korn. 11:23-26).