Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 103

Bira “Padşatiya Te Bê”

Bira “Padşatiya Te Bê”

Yehowa soz da: “Êş, girî, nexweşî û mirin wê tune bin. Ezê ji çevên meriva hêsirên wan temiz kim. Her tiştên xirab wê bêne bîrkirinê”.

Yehowa, Adem û Hêwa baxçê Êdênêda cîwar kir û dixwest, wekî ewana bextewar bin. Wana gerekê Yehowa bihebanda. Yehowa temî da wan, wekî zara bînin û erdê tije kin. Rast e Adem û Hêwa miqabilî Yehowa derketin, lê yeke nêtên Xwedê derheqa erdê nehatine guhastinê. Ji wê kitêbê em pêhesiyan, wekî hemû sozên Xwedê têne sêrî. Yehowa bi saya Padşatiya xwe wê wan sozê xwe bîne sêrî, kîjan ewî Birahîmra soz dabû.

Zûtirekê, Şeytan, cinên wî û hemû merivên xirab wê bêne kutakirinê. Û îda her kes wê tenê Yehowara xizmet ke. Tu kes wê nexweş nekeve û nemire. Her roj emê sihet-qewat hişyar bin û emirê xwera şa bin. Erd wê bibe cinet. Bal her kesa wê xwerin hebe û ewana wê malên xweda, bêxofiyêda bijîn. Merivên zulm wê îda tune bin, lê tenê merivên heyf wê ser erdê bijîn. Emê heywanên beyanî netirsin û ne jî ewana wê me bitirsin.

Bide ber çevê xwe wê çiqas hewas be, çaxê Yehowa miriya ji mirinê rake. Emê bikaribin Habîl, Nuh, Birahîm, Serayê, Mûsa, Rût, Esterê, û Dawid bivînin. Emê tevayî erdê bikine cinet. Û her gav şixulên hewasva mijûl bin.

Yehowa dixwaze, wekî tu jî wêderê bî. Niha tu hela hê jî nikarî bidî ber çevê xwe, wekî tuyê çiqas nêzîk Yehowa nas kî. Werên em berdewam kin, her roj heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Û bira ew dostiya me heta-hetayê bikişîne!

“Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (Eyantî 4:11).