Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Em Dikarin bi Rastiyê Xwedê Nas kin?

Gelo Em Dikarin bi Rastiyê Xwedê Nas kin?

“Xwedê nayê naskirinê”. (Fîlon ji Skenderyayê, fîlosofê qirna yekê).

“Xwedê ji me her kesî ne dûr e”. (Şawûlê ji Tarsûsê, ew gilî got bona fîlosofa di Atînayêda).

TE ÇAXÊ giliyê wan du meriva xwend, tu tevî giliyên kîjanî razî bûyî? Ewan giliyên Şawûlê ji Tarsûsê, kîjan ku usa jî dihate navkirinê Pawlosê şandî, gelek meriva dilgerim dike û şa dike (Karên Şandiya 17:26, 27). Lê dîsa gelek giliyên usa di Kitêba Pîrozda hene. Mesele, Îsa çaxê dua kir, ewî duayê xweda got ku peyçûyên wî dikarin Xwedê nas kin û keremkirina wî bistînin (Yûhenna 17:3).

Lê Fîlon, û usa jî fîlosofên din, usa nedifikirîn. Wana digot ku em tu car nikarin Xwedê nas kin, çimkî ew bi temamî nayê naskirinê. Lê gelo ev yek rast e?

Kitêba Pîroz eyan dibêje, ku derheqa Xwedê hene hine tişt, kîjan ku merivara çetin e fem kin. Mesele, wextê jîyîna Xwedê, hişê wîyî pir girîng, û kûraya bîlaniya wî meriv nikare çap ke û hesab ke. Çimkî ew yek ji hişê meriva der e. Lê ew yek rê me nagire ku Xwedê nas kin. Rastî jî, hergê em bifikirin ser wan tiştên girîng, emê bikaribin “nêzîkî Xwedê bibin” (Aqûb 4:8). Were em hine tişt derheqa Xwedê şêwir kin, yên ku nayêne femkirin. Paşê em derheqa Xwedê şêwir kin ewan tişta, kîjan ku em bi rastiyê dikarin fem kin.

Kîjan Tiştên Derheqa Xwedê Nayêne Femkirinê?

XWEDÊ HETA-HETAYÊ YE: Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê ji “bêdestpêkî heta bêdawîtiyê” ye (Zebûr 90:2, ÎM). Dêmek, destpêbûna Xwedê û xilaziya wî tune. Bi nihêrandina meriva “lêkolîn li hejmara salên wîva nabe” (Îbo 36:26).

Hûn çi karê distînin: Xwedê wera jîyîna heta-hetayê soz dide, hergê hûn bi rastiyê wî nas dikin (Yûhenna 17:3). Gelo ew soz wê çiqas nebûyî bibûya hergê xwexa Xwedê heta-hetayê nejîta? Tenê “Padşayê heta-hetayê”, dikare ewî sozî bîne sêrî (1 Tîmotêyo 1:17).

HIŞÊ XWEDÊ: Kitêba Pîroz hîn dike ku “gihîştina kûritiya femkariya” Xwedê nabe, çimkî fikirên wî ji fikirên me gelek bilindtir in (Îşaya 40:28; 55:9). Û lema Kitêba Pîrozda pirsekî usa daniye: “Kê nêt-fikira Xudan pêhesiya, ku şîretekê bide wî?” (1 Korintî 2:16).

Hûn çi karê distînin: Xwedê dikare bi mîlyona dua carekêra bibihê (Zebûr 65:2). Ew hela hê dîna xwe dide ser her çivîkekê jî ku dikeve erdê. Gelo hişê Xwedê diveste û ev yek dibe menî ku ew guh nede duayê we û dîna xwe nede we? Na, çimkî hişê Xwedê bêhesab e. Û “hûn ji gelek çivîka qîmettir in” bona wî (Metta 10:29, 31).

RÊYÊN XWEDÊ: Kitêba Pîroz hîn dike ku “mirov nikare ji destpêkê heta dawiyê karê ku Xwedê çêkiriye bibîne û derxîne” (Waîz 3:11). Lema jî em tu car nikarin hemû tiştî derheqa Xwedê bizanibin. Tu kes serederiyê bîlaniya Xwedê dernaxe (Romayî 11:33). Xwedê hazir e rêyên xwe wanra eyan ke, kê ku dixwaze dilê wî şa ke (Amos 3:7).

Wextê jîyîna Efrandar, hişê wîyî pir girîng, û kûraya bîlaniya wî, meriv nikare çap ke û hesab ke

Hûn çi karê distînin: Hergê tu Kitêba Pîroz bixûnî û lêkolîn bikî, tuyê timê berdewam kî pêbihesî tiştên teze derheqa Yahowa û rêyên wî. Ew tê hesabê, ku em dikarin nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin heta-hetayê.

Çi Tu Dikarî Bizanibî

Em ku nikarin rastiya derheqa Xwedê hemû tiştî fem bikin, ev nayê hesabê ku em nikarin derheqa wî tu tiştî bizanibin. Kitêba Pîrozda hene gelek înformasya, kîjan ku dikarin alî me bikin, wekî hê rind derheqa Xwedê bizanibin. Binihêrin hine mesela:

NAVÊ XWEDÊ: Kitêba Pîroz me hîn dike ku Xwedê xwexa nav daye ser xwe. Ewî got: “Ez Yahowa me. Ev e navê min”. Di Kitêba Pîrozda navê Xwedê ji hemû nava zêdetir tê gotinê, ev hatiye nivîsarê weke 7 000 cara (Îşaya 42:8, DT).

Hûn çi karê distînin: Îsa duayê xweda got: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be” (Metta 6:9). Lê tu dikarî duayê xweda navê Xwedê bidî xebatê? Yahowa hazir e xilaz ke wan hemû meriva, yên ku navê wî rûmet dikin (Romayî 10:13).

CIYÊ KU XWEDÊ DIJÎ: Kitêba Pîroz hîn dike ku bona jîyînê, du cî hene, yek erd e kîderê ku em dijîn, û yek jî ezman, derheqa kîjanî Kitêba Pîroz dibêje, ku efirînên ruhanî wî ciyî dijîn (Yûhenna 8:23; 1 Korintî 15:44). Ciyê jîyîna Efirandar hema ezmanda ne (1 Padşatî 8:43).

Hûn çi karê distînin: Tu dikarî zelal Xwedê bidî ber çevê xwe. Xwedê ne ev qewat e ku her dera heye. Yahowa Kesê rêalî ye, kîjan ku dijî li ciyê rêalî. Û “tu efirîn ji wî veşartî nîne” (Îbranî 4:13).

HUNURÊN XWEDÊ: Kitêba Pîroz hîn dike ku hunurên Yahowayî baş hene. “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Ew tu car naxapîne (Tîto 1:2). Ew firqiyê nake nava mileta, rem e, dilşewat e, û zû hêrsnekeve (Derketin 34:6; Karên Şandiya 10:34). Û dibeke gelekara ecêbmayî be, ku Efrandar zef dixwaze nêzîk hevaltiyê bike tevî wan, yên ku qedir didine kifşê hindava wî (Zebûr 25:14).

Hûn çi karê distînin: Tu dikarî bibî dostê Yahowa (Aqûb 2:23). Heger tu hê zêde pêbihesî ku Xwedê yekî ça ne, tuyê hê rind fem bikî rastiya ji Kitêba Pîroz.

“LI WÎ BIGERE”

Em derheqa Yahowa Xwedê ji Kitêba Pîroz pêdihesin. Ew yekî usa nîne ku neyê naskirinê. Bi rastiyê Efrandar xwexa dixwaze ku em wî nas kin. Xebera wî, dêmek Kitêba Pîroz, soz dide: “Heger tu li wî bigere, ewê xwe bi te bide dîtin” (1 Dîrok 28:9). Bi xwendin û lêkolînkirina Kitêba Pîroz hûn dikarin hê zêde pêbihesin derheqa Xwedê. Hergê hûn usa bikin, Kitêba Pîroz soz dide, ku Xwedê “wê nêzîkî we be” (Aqûb 4:8).

Hergê tu Kitêba Pîroz bixûnî û lêkolîn bikî, tuyê timê berdewam kî pêbihesî tiştên teze derheqa Xwedê û rêyên wî

Dibek tu difikirî: “Hergê ez derheqa Efirandar nikarim hemû tiştî fem kim, ezê ça bibime dostê wî?” Werin em binihêrin mesele: Gelo eseyî ye dostê hekîm, hekîm be? Na! Profêsiya dostê hekîm dikare tiştekî din be, lê hevaltiya wan dikare nêzîk û baş be. Lape ferz ew e, ku dostê hekîm wî rind nas dike û usa jî zane ew çi hiz dike û çi hiz nake. Tu jî dikarî ji Kitêba Pîroz Yahowa ça kes nas kî û bibî dostê wî.

Di Kitêba Pîrozda hene înformasiya, kîjan ku dikarin alî me bikin wekî em Xwedê rind nas kin. Tu dixwazî derheqa Yahowa Xwedê gele tişt bizanibî? Şedên Yahowa te teglîf dikin ser hînbûna Kitêba Pîroz bê pere. Têklî bin tevî Şedên Yahowa yan jî bikevine malpera me, www.isa4310.com.