Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | JÎYÎN PAŞÎ MIRINÊ​—GELO DIQEWIME?

Guman Bona Miriya—Gelo Tu Ça Dikarî Bawer bî?

Guman Bona Miriya—Gelo Tu Ça Dikarî Bawer bî?

Gelo bêfemtî ye hergê meriv bawer ke ku mirî wê dîsa bijîn? Pawlosê şandî usa nedifikirî. Ewî bi rêberiya Xwedê nivîsî: “Heger tenê em bona vê jiyînê gumana xwe Mesîh tînin, ku usa ye em ji hemû meriva merimtir in. Lê rast Mesîh ji mirinê rabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî” (1 Korintî 15:19, 20). Pawlos rabûna miriyada dudilî nedibû. Çimkî rabûna Îsa ji mirinê, bona wî îzbatkirin bû a (Binihêre spartin.) (Karên Şandiya 17:31). Lema Pawlos Îsa nav kir ça “berê pêşin”, dêmek Îsa yê pêşin bû, ku ji mirinê rabû bona jîyîna heta-hetayê. Wekî Îsa yê pêşin bû, dêmek bi logîkî ye ku dîsa yên din jî hene.

Îbo gote Xwedê: “Tê bîra efirandinên destên xwe bikî” (Îbo 14:14, 15, DT).

Dîsa menîke din heye, ku çira em dikarin bawer bin ku mirî wê rabin. Yahowa Xwedayê rastiyê ye. Ew “Xwedêyê xweyê gotina xwe” ye (Tîto 1:2). Yahowa tu car derew nekiriye û ne jî wê bike. Hergê ew soz dide ku mirî wê rabin, hin jî eyan dike ku ew dikare ewê yekê bike, gelo ew wê xweyê sozê xwe nîbe? Femdarî ye ew wê xweyê sozê xwe be.

Xwedê çira dixwaze ku axiriyêda mirî ji mirinê rabin? Ew yek ji hizkirina wî ye. Îbo got: “Heger meriv bimire, gelo dikare dîsa bijî? . . . Tê gazî min bikî, ezê jî caba te bidim. Tê bîra efirandinên destên xwe bikî” (Îbo 14:14, 15, DT). Îbo bawer bû ku Bavê wîyî ezmana, wê gelek bixwaze ku wî ji mirinê rake. Gelo Xwedê hatiye guhastinê? Ew dibêje: “Ez Yahowa me, ez nayêm guhastin” (Malaxî 3:6, DT). Heta niha jî xwestina Xwedê zef heye, ku meriva sihet-qewat û bextewar vegerîne jîyînê. Ew yek mîna xwestina dê-bavê hizkirî ye çaxê zara wan dimire. Lê firqî wê yekêda ne, ku qewata dê-bav tune, lê qewata Xwedê heye wekî xwestina xwe bîne sêrî (Zebûr 135:6).

Mirin ew problêmeke gelek xirab e, lê Xwedê dikare evê problêmê bide hildanê

Yahowa wê qewatê bide Kurê xwe, seva ku şabûneke bêhesab bide wan meriva, yên ku merivên xweyî nêzîk unda kirine. Lê gelo Îsa ça difikire derheqa rakirina miriya? Pêşiya ku Lazar ji mirinê rakira, Îsa dît ku çawa xûşk û hevalên Lazar berxwediketin, û Îsa xwe negirt û “giriya” (Yûhenna 11:35). Usa jî, çaxê Îsa rastî jinebîke ji Naynê hat, kîjanê ku kurê xweyî tayê tenê unda kiribû, “gunê wî lê hat û wêra got: ‘Negirî’”. Û Îsa derbêra ew gede wegerande jîyînê (Lûqa 7:13). Dêmek em divînin ku Îsa çawa dinihêre ser derda û mirinê. Îsa wê çiqas şa be, çaxê ew li ser temamiya dinyayê keserê biguhêze ser şabûneke mezin!

Te qe derdê mirinê dîtiye? Dibek tu difikirî ku çare mirinê nabe. Lê çare heye. Xwedê wê bi Kurê xwe miriya rake. Bîra xweda xwey ke, Xwedê dixwaze ku tu evê çareyê bivînî. Ew dixwaze ku tu merivên xweyî delal dîsa hemêz kî. Bide ber çevê xwe ku hûnê heta-hetayê tevayî bijîn, û tu car mirinê îda we hev neqetîne!

Lîonêl, derheqa kîjanî têma dinda hate gotinê dibêje: “Axiriyê, ez pêhesiyam derheqa rabûna miriya. Cara pêşin çaxê min bihîst, minra çetin bû bawer kim, û min ne jî baweriya xwe wî merivî anî, kîjanî ku minra derheqa wê yekê got. Lê min Kitêba Pîrozda lêkolîn kir û dît ku ew rastî ye! Ez usa hîviyê me kalikê xwe dîsa bivînim, ku ancax teyax dikim”.

Tu dixwazî derheqa vê têmayê hê zêde pêbihesî? Şedên Yahowa wê bi şabûn, pê Kitêba teye Pîroz tera şirovekin, ku çira ewana bawer dikin wekî axiriyêda mirî wê rabin. b

a Îzbatkirinên ku Îsa ji mirinê rabû, binihêre kitêba “Kitêba Pîroz-Xebera Xwedê ye yan ya Meriya?” rûpêlên 78-86, kîjan ku Şedên Yahowa neşir kirine.

b Ji kerema xwe binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 7, yê ku Şedên Yahowa derxistine.