Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO MERIVÊD ÎROYÎNRA KITÊBA PÎROZ LAZIM E?

Kara Zandariyê Jîyîna Merivêd Îroyînda

Kara Zandariyê Jîyîna Merivêd Îroyînda

Zandarî tê hesabê lêkolînkirina hertime temamiya dinyayê, û ser hîmê peynihêrandina, êkspêrîmênta û çapkirina. Zandarî xebateke gelek giran e, û gelek car berxweketinê pêşda tîne. Zandar bi heftiya, meha û hela hê sala jî, êkspêrîmênta û peynihêrandina dikin. Cara, xebata wana badîhewa diçe, lê gelek car zef kêrhatî ye bona însanetê. Werên hine mesela binihêrin.

Kompaniyake Ewropayê fîltreke usa çêkir, kîjan ku ava qirêj temiz dike, û bi wê yekê meriv ji gelek nexweşiya têne xweykirinê. Fîltrêd wî cûreyî têne xebitandinê wedê teşqelêd tebiyetê. Mesele fîltrêd usa Haîtîda sala 2010 wedê erdhejê dane xebatê.

GPS tê hesabê sîstêma hemdinyayê bona nîşankirina cî. Rast e ew sîstêma hate çêkirinê bona eskeriyê, lê îro ajovan, teyarvan, gemîvan, nêçîrvan û tûrîst jî, didine xebatê seva ku ciyê lazim bivînin. Bi saya GPS meriv dikare hêsa bigihîje wî ciyî kîderê ku dixwaze.

Hûn didine xebatê têlêfona desta, kompoterê, yan jî întêrnêtê? Têxnolojiya mêdîsînaya îroyîn alî we kiriye, ku xwe qenc kin yan jî sihet-qewata xwe hê baş kin? Hûn bi teyarê difirin? Hergê hûn wan tişta didine xebatê, dêmek pêşdaçûyîna zandariyê karê dide we. Bêşik, zandariyê gelek tiştêd baş kiriye bona me.

SÎNORÊ ZANDARIYA ÎROYÎN

Zandar seva ku sînorê zanebûna xwe hê zêde kin, îro hê kûr dinyayê lêkolîn dikin. Hine zandar strûktûra atomê lêkolîn dikin, lê hinek jî lêkolîn dikin ku bi mîlîarda sal pêşda çi qewimiye, seva ku pêbihesin hela jîyîn çawa destpêbûye. Çimkî zandarêd îroyîn lêkolîn dikin tiştêd usa ku nayêne dîtin, lema hinek ji wan difikirin ku hergê Xwedayê Kitêba Pîroz hebûya, wana îda wê zûdava ew bidîtana.

Hine zandar û fîlosofêd gelek navdar, bela dikin wan fikira kîjan ku Amîr Aksêlê zandar, hesab dike ça îzbatkirin ku Xwedê tune. Mesele zandarekî gelek nav û deng got: “Ew yek ku îzbatkirin tune wekî Xwedê heye, . . . bêşik, ew yek îzbat dike ku Xwedê tune ye”. Zandarêd din jî difikirin, ku hemû kirêd Xwedayê Kitêba Pîroz, tenê çawa fêlbaziya nedîtî û tiştêd nebûyî ne. a

Lê pirs pêşda tê: Gelo zandara rastî jî dinya haqas rind lêkolîn kirine, ku dikarin înformasiya lape rast bidin meriva? Heger kin bêjin, na. Rast e îro zandarî rind pêşda çûye, lê yeke gelek zandar dibêjin, ku hê gelek tişt heye çi ku em pênehesiyane, û dibek nikaribin jî pêbihesin. Fîzîk Stîvên Vaynbêrg derheqa femkirina dinyayê got, ku “emê tu car nikaribin heta xilaziyê, tişta fem kin”. Profêsor û steyrzan Martîn Rîs, nivîsî: “Hene tiştêd usa, ku meriv wê tu car nikaribin fem kin”. Rastî ew e, ku bona zandariyêd îroyîn gelek tişt li vê dinyayêda hê veşartî ne. Dîna xwe bidine van mesela:

  • Bîolojî heta xilaziyê fem nakin ku çi diqewime hindurê şaneyêd saxda. Mesele, ça ewana ênêrgiya top dikin, ça protêîna derdixin, û ça ewana paravedibin. Zandar hê nikarin caba wan pirsa rast bidin.

  • Gravîtasiya her senîkî ser me hukum dibe. Zandar bi temamî nikarin şirovekin, mesele çaxê meriv banz dide, çawa gravîtasiya wî paşda dikişîne ser erdê, yan jî çawa gravîtasiya Hîvê digire ku ji orbîta xwe dernayê.

  • Kosmologîst dibêjin, ku 95 selefê gerdûnê nayê dîtinê û pê hacetêd zandariyê jî nikarin ­bivînin. Zandara ew ­tiştêd ku nayêne dîtinê, parevekirine ser du ­katêgoriya, ev in tiştekî terî û ênêrgiya terî. Eyan nîne tiştekî terî û ênêrgiya terî ji çi hatine çêkirinê.

Lê dîsa gelek tişt hene ku zandar nikarin fem kin. Ew yek çi eyan dike? Nivîskar û zandarekî navdar got: “Nezanebûna me hê gelek zêde ye, ne ku zanebûna me”. Ewî usa jî got, ku her car ew gelek tiştêd teze pêdihese, lema ew fem dike ku bona tu tiştî nikare bi dogmatîk xeberde, yanî sed selefî tiştekî îzbat ke, çimkî çiqas diçe haqas hê tiştêd teze pêdihese.

Hergê hûn difikirin ku zandarî hê rast e ne ku Kitêba Pîroz, û ku zandarî dikare baweriya hindava Xwedê kuta ke, hela bifikirin ser vê pirsê: Hergê zandarêd nav û deng bi hacetêd xweyî qewî, tenê hinek tişt pêhesiyane derheqa dinyayê, gelo wê bi logîkî be, hergê em înkar kin wan hemû tişta, çi ku ewana nikarin pêbihesin? Di “Ensîklopêdiya Brîtanîda” hatiye gotinê: “Rast e steyrnasî îda weke 4 000 sal e ku heye, lê yeke gerdûn dîsa jî ne eyan e, dikarin bêjin çawa ku berê Babîloniyara ne eyan bû”.

Şedêd Yahowa qedirê îzina meriva digirin, ku meriv xwexa safî ke çi bawer ke. Em diqedînin vê şîreta Kitêba Pîroz: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be” (Fîlîpî 4:5). Em we hêlan dikin, ku hûn xwexa lêkolîn bikin, ku çawa Kitêba Pîroz û zandarî hev digirin û hevva girêdayî ne.

a Hine meriv Kitêba Pîroz qebûl nakin ji bo hînkirinêd rêlîgiyêd nerast. Mesele hine rêlîgiya digotin ku erd sêntra gerdûnê ye, yan jî ku Xwedê dinê nava şeş rojada çêkir. (Binihêrin çargoşe “ Kitêba Pîroz û Îzbatkirinêd Zandariyê”.)