Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RIYA KU DIBE BERBI BEXTEWARIYÊ

Baxşandin

Baxşandin

“ZAROTIYA XWEDA MIN TENÊ BÊHURMETÎ Û QÛJÎNÎ DIBIHÎST. Ez hînî baxşandinê nebibûm. Hela hê çaxê ez mezin bûme jî, nava çend rojada min nikaribû xeydê bîr bikim û ji bo wê yekê xewn nedikete çevê min”. Dibêje kulfeta bi navê Patrîsiya. Belê, îro meriv gelek car hêrs dikevin û xeydê dikişînin, ji bo çi jî ewana bextewar nabin û sihet-qewata wan jî ziyanê dikeve. Li gora lêkolînkirinê hate kifşê, wekî merivên ku xeydê xwey dikin û yên dinêna nabaxşînin . . .

  • Nikarin heleqetiya baş tevî meriya xwey kin, ji meriya xwe dûr digirin û tenêbûnê texmîn dikin

  • Zû dixeyîdin, rihetiya dil unda dikin û dikevine dêprêsiyaye mezin

  • Haqas difikirin derheqa wê yekê ku hindava wanda neheq xwe kifş kirin, wekî nikarin ji jîyînê şabûnê bivînin

  • Îsafa wan wana sûcdar dike, çimkî zanin ku gerekê bibaxşînine meriya

  • Strêsa wan zêde dibe û sihet-qewata xwe jî xirab dikin. Mesele tansiyona xûnê cem wan bilind dibe, nexweşiyên dilva girêdayî destpêdibin, serêş û nexweşiyên din jî pêşda tên *

ÇI YE BAXŞANDIN? Baxşandin tê hesabê, bibaxşînî merivên ku te dane xeydandinê, hêrsê ji xwe dûrxî, û nefikirî derheqa kînêajotinê. Ev nayê hesabê, wekî çevê xwe dadin li ser tiştê nerast, yan qe hilnedî hesab û xwe usa bigirî, têbêjî tiştek neqewimî. Baxşandin ev safîkirina sero-bero nîne, û bi rastî hizkirin ew hêlan dike ku tevî merivekî din li hev bê, û heleqetiya baş dîsa tevî wî çêke.

Baxşandin femkariyêva girêdayî ye. Merivê ku dibaxşîne, fem dike, wekî em gişk gunekar in, û bi giliya yan kirên xwe, şaşiya berdidin (Romayî 3:23). Kitêba Pîroz usa dibêje: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (Kolosî 3:13).

Lê tiştekî zelal e, wekî bi baxşandinê em hizkirinê didine kifşê, çi ku “bi yektiya tam hevva girêdide” (Kolosî 3:14). Li gora malpera nexweşxanaya “Mayo Clinic”, merivê ku dikare bibaxşîne . . .

  • Şa dibe bi heleqetiya baş tevî meriya, çimkî hindava wanda dilremiyê, femkariyê û dilşewatiyê dide kişfê

  • Aliyê êmosiyalîda halê wî baş e û texmîn dike ku qebûlkirina Xwedê distîne

  • Hindik xemgîn dibe, û hindik dikeve strêsê, û hindik jî ser yên dinêna hêrs dikeve

  • Nekeve ber xofiya wê yekê, ku bikeve dêprêsiyayê

BIBAXŞÎNE XWE. Li gora jûrnaleke mêdîsînayê “Disability & Rehabilitation”, xwebaxşandin “tişteke lap zor e”, lê hemikî bona sihet-qewata meye êmosiyalî û fîzîkî ev “pir ferz e”. Lê çi wê alî te bike bibaxşînî xwe?

  • Hîviyê nîbe ku tu hemû tiştî bi kamiliyê bikî. Lê bîr neke wekî em gişk jî şaşiya berdidin (Waîz 7:20).

  • Ji şaşiyên xwe hîn be, seva ku careke din şaşiyên vî cûreyî bernedî

  • Hindava xweda sebir ke; wede lazim e, ku terka kêmasî û xeysetên xweye xirab bidî (Efesî 4:23, 24).

  • Hevaltiyê bike tevî wan meriya, yên ku baş li ser te hukum dikin, te hêlan dikin û hindava teda jî baş xwe kifş dikin. Lê çaxê lazim be ewana wê bikaribin bi dilsaxiyê tera bêjin ew çi bona te lazim e (Metelok 13:20).

  • Hergê te kesek da xeydandinê, şaşiya xwe bîne rûyê xwe û çiqas dikarî zû baxşandinê bixwaze. Çaxê tu edilayê xwey dikî û tevî meriv li hev têyî, tu rihetiya dil distînî (Metta 5:23, 24).

PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ, BI RASTÎ JÎ KARÊ TÎNIN!

Patrîsiya derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Bi saya vê yekê ew hînî baxşandinê bû. Ew dibêje: “Şikir ez aza bûme ji hêrsê, çi ku haqas sal ez dilteng dikirim. Niha ne ez û ne jî merivên din diçerçirin. Prînsîpên Kitêba Pîroz, eyan dikin, ku Xwedê me hiz dike û qenciya me dixwaze”.

Mêrekî jî bi navê Ron dibêje: “Ez nikarim fikir û şixulên merivên din kontrol bikim. Ne ez dikarim xwe kontrol bikim. Hergê ez dixwazim edilayê xwey kim, ez gerekê xeydê ji xwe berdim. Mesele çetin e bidine ber çevê xwe, ku merivek nava wedekîda him dikare li aliyê bakurê be, him jî li başûrê. Anegorî wê yekê, hemikî çetin be him heleqetiya baş tevî meriya xwey kin, him jî li ser wana xeydê bigirin”.

^ abz. 8 Kanî: Malperên “Mayo Clinic” û “Johns Hopkins Medicine”; Jûrnala “Social Psychiatry and Psychiatric Epidemiology”.