Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, meriv wê “ji zêdehiya aştiyê [edilayê] bibînin lezet” (Zebûr 37:11, ÎM)

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Kitêba Pîroz dikare wedê xemgîniyê alî te bike?

Hûnê çi bêjin?

  • Belê

  • Na

  • Dibeke

Kitêba Pîroz dibêje

“Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî [Xwedê], çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, ku Xwedê dikare alî me bike, wekî wedê xemgîniyê, dilbîniyê bivînin.

Dîsa çi em dikarin pêbihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Bi dua, tu dikarî “edilayiya Xwedê” bistînî, çi ku wê xemên te kêm bike (Fîlîpî 4:6, 7).

  • Xêncî wê yekê, xwendina Xebera Xwedê dikare alî te bike dilteng nebî (Metta 11:28-30).

Gelo wê bê wedekî usa çaxê xemên me îda tune bin?

Hinek meriv difikirin ku . . . diltengî û xemên me, ev para jîyîna me ne, lê hinek jî difikirin, ku emê tenê paşî mirinê ji hemû xemên xwe xilaz bin. Hûn çi difikirin?

Kitêba Pîroz çi dibêje?

Xwedê wê sebebê diltengiya me bide hildanê. “Îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

Dîsa çi em pêdihesin ji Kitêba Pîroz?

  • Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, meriv wê edilayêda û rihetiyêda bijîn (Îşaya 32:18).

  • Hemû xem û diltengiya me, wê bê bîrkirinê (Îşaya 65:17).