Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedêyê ku dua dibihê, bi dil û can guh dide me (ZEBÛR 65:2).

Dua Bike, wekî Qebûlkirina Xwedê Bistînî

Dua Bike, wekî Qebûlkirina Xwedê Bistînî

Xwedê pêşkêşeke mexsûs daye meriva. Dêmek meriv dikarin tevî Xwedê xeber din û bi dua dilê xwe wîra vekin. Dawid pêxember duayên xweda gote Xwedê: “Tu ku dua dibihêyî, her merivê berbi Te bê” (Zebûr 65:2). Lê gelo, em çawa gerekê dua bikin, ku Xwedê guh bide me û me kerem bike?

BI DIL Û MILÛKTÎ DUA BIKE

Hûn bi duayên xwe dikarin “[Xwedêra] dilê xwe vekin” (Zebûr 62:8). Xwedayê Himzor duayên ji dil qîmet dike.

NAVÊ XWEDÊYE ŞEXSÎ BIDE XEBATÊ

Sernavên Xwedê gelek in, lê tenê navekî wî heye. “Ez XUDAN im [Yehowa, DT], navê min ew e” (Îşaya 42:8). Nivîsarên Pîrozda navê Yehowa weke 7 000 cara hatiye nivîsarê. Gelek pêxembera navê Xwedêye şexsî duayên xweda didane xebatê. Mesele, Birahîm pêxember gava dua dikir, navê Xwedê hildida (Destpêbûn 18:30). Em jî çaxê dua dikin, gerekê navê Xwedêye şexsî, dêmek Yehowa, bidine xebatê.

SER ZIMANÊ XWEYÎ DÊ DUA BIKE

Firqî tune em ser çi zimanî xeber didin, Xwedê fikir û hestên me fem dike. Xebera wî me dide bawerkirinê, wekî “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

Seva ku qebûlkirina Xwedê bistînin, em gerekê ne tenê dua bikin, lê hê zêde tişt bikin. Gotarên dinda emê hê zêde derheqa vê yekê şêwir kin.