Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çaxê Teyax Tune Bijîyî

Çaxê Teyax Tune Bijîyî

ÇAXÊ PROBLÊMÊN TE tune ne, tu bextewar î. Lê carna tu dikarî rastî problêmên usa bêyî, ji bo çi jî wê tera çetin be berdewam kî bijiyî.

Mesele, Salî * ji Welatên Yekbûyî, ya ku ji bo firtonê heçî zef hebûka xwe unda kir, dibêje: “Teyaxa min tune bû û min tirê ezê dîn bim. Gelek wext ez vî halîda bûm”.

Dîsa derdekî giran ew e, çaxê em merivên xweye nêzîk unda dikin. Kulfetek ji Avstralyayê bi navê Cênî, dike bîra xwe: “Min du kurên xwe unda kir. Pêşiyê yê mezin mir, lê du sal şûnda yê duda jî mir. Hingê dilê min pirtî-pirtî bû. Min lavaya Xwedê dikir: ‘Hîvî dikim, bira ez razêm û îda ranebim, çimkî dilê min nikare ber vê êşê teyax ke’”.

Lê derdê Danyêl cûrekî mayîn bû. Jîyîna wî pêda hate guhastinê çaxê ew pêhesiya ku jina wî, wîra neamin e. Ew dibêje: “Çaxê jina min anî ser xwe, ku minra neamin e, ew ça kêreke tûj bû, ku dilê min xistin. Çend meha dilê min birîndar bû û min êşeke qayîm, texmîn dikir”.

Ew derecên ku jêrê hatine dayînê, tera nas in? Tu jî rastî derecên usa hatîyî?

Di vê jûrnala “Birca Qerewiliyêda” wê bê şirowekirinê, wekî hela hê nava oxirmên giranda jî, ça berdewam kin bijîn.

^ Hine navên ji vê gotarê hatine guhastinê.